Erbaş: Êdî divê em behsa azadiya Ocalan bikin 2021-01-10 09:06:43   ENQERE - Endamê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Dogan Erbaş, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, xwedî pozîsyoneke ku derbarê pirsgirêkên rojane yên serdemê de çareyan hildiberîne û got: "Ne başkirina şert û mercên Îmraliyê, divê Îmralî bi temamî bê girtin."    Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, ji 27'ê Mijdara 2020'an ve li girtîgehan didomin.    Endamê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Dogan Erbaş ku di navbera 1999-2011'an de parêzertiya Ocalan dikir, derbarê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û pozîsyona Ocalan de pirsên me bersivandin.    Erbaş bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: "Em ji bo pergala li Îmraliyê pêk tê têgihên wekî tecrîd, îşkence û îşkenceya tecrîdê bi kar tînin. A rast, li Îmraliyê tiştekî werê taybet tê bikaranîn ku mirov nikare ji bo wê têgihekê bi kar bîne. Ne mimkun e ku mirov, pergala li Îmraliyê pêk tê, di nav pergala hiqûqê de rave bike. Lewma belkî mirov karibe bibêje hiqûqa zorbetiyê ku xwe dispêre zorbetî, zor û zilmê. Lê di asas de ev yek ne bi hiqûqa navxweyî ne jî bi ya navdewletî tê ravekirin."    TÊ XWESTIN GEL BÊPAR BIMÎNIN    Erbaş, destnîşan kir ku tecrîda ku li ser Ocalan pêk tê, gelek hêlên wê hene û got: "Min ji sala 1999'an heya sala 2011'an hevdîtin pê re kir. Lewma dikarim bibêjim; dixwazin hêz û qapasîteya hilberandina fikirî ya Birêz Ocalan tune bikin. Di pêvajoya 2013-2015'an de civak û raya giştî ya Tirkiyeyê hêza çareserkirinê ya Birêz Ocalan dîtibû. Ji roja roj de derbarê pirsgirêka kurd, meseleya jinê, aborî, ewlehî û hiqûqê de xwedî pêşniyarên çareseriyê yên xweser in. Birêz Ocalan, tim hildiberîne. Ji bo çareseriyê tim hewl dide. Gava çareserî dixitime teqez çareyekê dibîne. Ev tişt di pêvajoya 2013-2015'an de jî hat dîtin. Wexta hat gotin êdî pêvajo xitimiye û bi rê ve naçe, Birêz Ocalan ket dewrê. Şexsiyeteke ku tenê ji hêlekê li mseleyê nanêre, pozîsyona hemû aliyan esas digire û çareyên rasteqîn hildiberîne. Tê xwestin ku gel ji vê hêzê bêpar bimînin."    Erbaş, bilêv kir ku Ocalan di serî de ji bo pirsgirêka kurd û bi giştî jî ji bo pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn çareseriyê hildiberîne û îqtidara siyasî jî dixwaze bi tecrîdê pêwendiya Ocalan a bi civakê re qut bike. Erbaş, destnîşan kir ku pozîsyona Ocalan di pêvajoya çareseriyê de bal kişandiye, lê belê îqtidara siyasî gava ku dîtiye pêvajoya çareseriyê di aleyha wan de diçe pvajo qedandiye û cardin tecrîdê xistiye dewrê.    ‘DIVÊ EM AZADIYA WÎ BIKIN ROJEV'    Erbaş, anî ziman ku Ocalan ji roja ku wî anîne Îmraliyê heya niha wekî "rehîneyekî siyasî" diwesifîne û got: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), bi biryara xwe ya derbarê Ocalan de bang li hemû welatên Ewropayê dike û dibêje; 22 sal zêdetir derbas bûn. Ev dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye, divê cardin di ber çavan re bê derbaskirin. Her wiha ev tecrîda mutleq û giran di raporên CPT'yê de jî balê dikişîne û tê gotin, divê pergala Îmraliyê bi temamî di ber çavan re bê derbaskirin. CPT'ya ku bi salan e parêzer û saiyên cuda ji bo ku tevbigere hevdîtinan pêk tînin jî di raporên xwe de cih daye van gotinan. Lewma ji niha û pê ve divê ligel hevdîtina malbata û parêzeran, divê bidawîirina tecrîdê û azadiya Ocalan bibe rojev û di vî warî de nîqaş çêbibin. Ne başkirina şert û mercên Îmraliyê, divê Îmralî bi temamî bê girtin û divê ev bên nîqaşkirin."    ‘ÎQTIDARÊ HÊZA ÇARESERIYÊ YA OCALAN DÎT'    Erbaş, cardin destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyê di salên 2013-2015'an de dîtiye ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de Ocalan xwedî hêzeke çawa ye û got: "Bi nixumandina pirsgirêkên dîrokî, pêşketin ne pêkan e. Şirîkê mezin ê îqtidarê jî di sala 2013-2015'n de ceribandibû. Potansiyala ji bo çareseriyên rasteqîne ya Birêz Ocalan dîtibûn. Wan jî ceriband. Em nikarin wekî ku ew pêvajo qet çênebûbe tevbigerin. Ev demeke dirêj e ku aqilê dewletê rasyonelîteya xwe winda kiriye. Di nava korerêyekê de diperpite. Di gerînekekê de netewperetî, nîjadperestî û teparêzî aqilê wan qufil kiriye. Em vê dibînin. Di geşedanên dawî de ev yek bêtir xwe dide der. Ne mimkune ku mirov bi vî awayî nêzî meseleyên dîrokî bibe. Pirsgirêka kurd çi di warê aborî, çi di warê çandî, çi di warê îdarî, çi di warê hiqûqî û rêvebiriyê de, pirsgirêkeke piralî ye û her kes dizane ku heya ku Birêz Ocalan nekeve dewrê ne mimkun e ku ev pirsgirêk çareser bibe. Dibe ku ev pir nayê bilêvkirin. Dibe ku wekî Tirkiye ji bo vê ne amade be, bixuyê. Lê heger hûn rabin rastiyê ji civakê veşêrin û ser wê binixumînin û hûn rabin ji dvla rastiyê bi demagojiyê nêzî pirsgirêkê bibin, wê wisa be. Heger pirsgirêk bi awayekî zanistî û bêalî û objektîf bên nirxandin, di vir de dê civak rola Birêz Ocalan esas bigire û bawer nakim bibe mesele jî. Bes bila di vî warî de rewşenbîr, rûspî, hiqûqnas rol û rista xwe bilîzin û bi wêrekî tevbigere. Bila heqîqet derkeve holê. Birêz Ocalan, dibêje ku nêzîkatiyeke ji bo pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê jî bêcidîyetî ye. Îqtidar li gor berjewendiyên xwe nêz dibe, lê muxalefeta siyasî û civakiyî jî di warê esasgirtina meseleyê de ne xwedî ezmûneke cidî ne."    ‘EWROPA BI DURÛTÎ TEVDIGERE'    Her wiha Erbaş ji bo tecrîdê bal kişand ser nêzîkatî û helwesta Ewropayê jî û got: "Îqtidar ji bo berdewamiya îqtidara xwe pîvanên hiqûqê esas nagire û wan dieciqîne. Sazî û dezgehên Ewropayê tenê temaşe dikin. Bi awayekî durî tevdigerin."    POZÎSYONA OCALAN    Erbaş, bilêv kir ku çendî ku Ocalan di şert û mercên tecrîdeke zehmet de be jî îro ro felsefeya wî li rojavayê şax vedaye û got: "Bi Şoreşa Rojavayê re tenê ne li Rojhilata Navîn, li Ewropa û Amerîkaya Latîn jî tê xwendin û şopandin. Em nîşaneyên vê dibînin. Îro li cîhanê herî zêde sendîkayeke karkeran a Îngîltereyê kampanyaya ji bo azadiya Ocalan li dar dixe. Li hin welatan jî rewşenbîr û rojnamevan, mesela li Misirê û welatên din ên ereban, derbarê azadiya Ocalan de dinivîsin. Bi Şoreşa Rojavayê, fikrên wî pêk hatin. Û gelek lêkolîner wekî 'şoreşa ewil a sedsala 21'ê' wê silav dikin. Îro ro êdî tenê ne rêberê gelê kurd, wekî rêberê gelan tê pnasekirin. Ji ber ku xwedî pozîyoneke ku tenê ne li ser rêxistinekê û gelekî, li ser pirsgirêkên rojane yên serdemê hûr dibe û hildiberîne, li çar hawirdorên cîhanê tê naskirin. Bi nasnameya xwe ya ku ji siyasetmedarekî wêdetir, derketiye pêş. Îjar divê ev geşedan û pêşketin hemû bên dîtin û divê em bi awayekî din nêzî rastiya Îmraliyê bibin. Êdî divê em dev ji vê berdin û nebêjin 'bila di warê hiqûqî de hin tişt bên kirin û parêzer û malbat her hefte ji bo hevdîtinê biçin.' Dem dibihure, sal derbas dibin. Hindik maye 22 sal biqedin. Divê em nehêlin gelên Tirkiyeyê ji vê fikra mezin û hilberîner bêpar bimînin."    ‘BAR DIKEVE SER MILÊ ME HEMÛYAN'    Erbaş, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîdê hatine destpêkirin jî û got: "Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, ji bo me hemûyan cihê xwerexnekirinê ye. Kesên li girtîgehê tenê tiştek di dest wan de heye, ew jî grevên birçîbûnê."    Erbaş, destnîşan kir ku divê berxwedanên demokratîk bên rêxistinkirin û got: "Ez werê abwer dikim ku divê em giş xwe rexne bikin. Dibe ku çalakiya wan niha a dorveger be, lê em ji çalakiyên berê jî dizanin heger tecrîd bi dawî nebe dê veguhere ya bêdem û bêdorveger. Lewma tenê ne HDP, hemû hêzên azadîxwaz û doza jiyaneke wekhev, doza edalet û hiqûqê dikin divê di vî warî de hesas bin. Zext û zorî çi dibin bila bibin divê gavine werê bên avêtin ku zorê bidin îqtidarê. Di vî warî de bar, rol û ristek mezin dikeve ser milê me hemûyan."     MA / Berîvan Altan