Rojnamevanên li qadê: Em ê her tim heqîqetê binivîsin 2021-01-10 09:08:41   AMED - Rojnamevanên li qadê bi boneya 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin de diyar kirin ku zext û zorî çi dibin bila bibin, ew ê her tim heqîqetê binivîsin.    Li Tirkiyeyê rojnamevan di şert û mercên zext, zorî û sansurê de 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin pêşwazî dikin. Li gor daneyên sala 2020'an ên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) 79 rojnamevan hatine binçavkirin û ji vana 24 jê hatine girtin, 19 rojnamevan bi êrîşan re rû bi rû mane û hezar û 960 nûçe jî hatine astengkirin.    Rojnamevanên li qadê dixebitin bal kişandin ser astengî, zext û zoriyên bi wan re rû bi rû dimînin.    'ROJNAMEVANÊN KURD ZÊDETIR ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNIN'    Edîtora Rojnameya Xwebûnê Elîf Can Alkan, anî ziman ku sala 2020'an ji bo rojnamevanan saleke pir dijwar bûye. Alkan, bilêv kir ku derbarê gelek hevpîşeyên wan de doz hatine kirin û ji ber ku hem kurd in û hem jî muxalif in, zext û zoriyên li ser wan du qat zêdetir in.    Alkan got: "Rojnamevanên din ji ber ku muxalif in ceza li wan tên birîn, lê belê em ji ber nasnameya xwe tên cezakirin. Lê belê zext û zorî çi dibin bila bibin em ê hîn bêtir bi zimanê xwe biaxivin û binivîsin. Çi qasî nerihet dibin bila bibin, em hene û em ê tim hebin. Ji bo rastî aşkere bibin em ê bêtir bixebitin. Em ê ji bo hemû hevalên xwe, çi yên li derve û çi jî yên li hundir, bitêkoşin."    TOPAL: ROJNAMEVANÊN LI DÛ RASTIYÊ JI BO ÎQTIDARÊ TALÛKE NE    Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Firat Topal jî, anî ziman ku çapemeniya muxalif her wxtê bi zext û zoriyan re rû bi rû maye, lê belê di demên dawî de zext û zorî zêdetir bûne. Topal, destnîşan kir ku rojnamevanên li qadê bi taciz, tahde, binçavkirin û girtinê re rû bi rû dimînin û got. "Rojnamevan ji ber ku rastiyê aşkere dikin, ji bo îqtidarê dibin talûke. Îqtidar ser çi binixumîne, rojnamevan aşkere dikin." Topal, diyar kir ku gelek hevpîşeyên wan di girtîgehê de 10'ê Çileyê pêşwazî dikin û got: "Ên li qadê jî çi qasî dikarin bixebitin? Her diçe hejmara rojnamevanên li derve kêm dibe. Mirov êdî ditirsin vî karî bikin. Tekane tişta divê bê kirin, xurtkirina piştevaniyê ye."    Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan azakê jî anî ziman ku 10'ê Çileyê wekî roja rojnamevanên nayên xebitandin pêşwazî dikin. Azak, bilêv kir ku zext û zoriyên li ser çapemeniya azad qet kêm nebûne û got: "Mixabin destên rojnamevanên ku bi pênûsa xwe rastiyê dinivîsin, tên kelemçekirin. Demek berê nûçegihanên MA'yê û nûçegihanên Jinnewsê ji ber nûçeya helîkopterê ku li Wanê du welatî ji helîkopterê hatibûn avêtin, hatin girtin. Her wiha di 5'ê Çileyê de di çalakiya ji bo Gulîstan Dokûyê de du rojnamevan hatin binçavkirin. Armanca vê ew e ku ser rastiyê bê nixumandin."    Azak, bal kişand ser zor û zehmtiyên ku li qadê bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Gava em dadikevin qadê em bi gelek tiştan re rû bi rû dimînin. Hin hevalên me ji bo neyên binçavkirin, oto sansurê dikin. Lê dîsa jî em ê her tim bibin dengê jinê û rastiyan. Em vê ji Apê Mûsayan, ji Gûrbettelî Ersozan dizanin. Fikir nayên kuştin û astengkirin. Ji ber vê bang li tevahiya rojnamevanan dikim ku li dor ratsiyê bibin xelek û bitêkoşin."    HEVSEROKÊ DFG'Ê ALTAN: ROJNAMEVANÎ TÊ TERORÎZEKIRIN    Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî destnîşan kir ku gelek rojnamevan ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê tên "terorîze"kirin. Altan got: "Li Tirkiyeyê nexasim jî gava hûn hin kesan sûcdar nîşan bidin, hûn bi rihetî dikarin wekî 'terorîst' bn nîşandan. Du sedemên vê hene; yek li bara raya giştî wekî sûcdar nîşandana kes, a din jî bandora derûnî ye. Hevalên me yên bi vî awayî tên girtin ne sûcdar in. Sirf ji ber ku nûçeyên ku li xweşa îqtidarê naçin çêkirine, tê xwestin dengê wan bê tepisandin û ji qadê bên dûrxistin."    'ROJNAMEVANÎ BI KARTÊ NAYÊ LÊPIRSÎNINKIRIN'    Altan, bal kişand ser "karta tûrkûazî" ku ji bo rojnamevanên li qadê dibe mesele û got: "Dibe ku hûn kesekî girêdayî saziyeke çapemeniyê bin jî, dibe ku hûn kesekî bi serbixwe dixebitin bin jî. Lê heger hûn agahiyan ragihînin raya giştî û nûçeyan çêbikin û nûçeyên we bigihêjin girseyan, nexwe hûn rojnamevan in. Ji bo vê ne hewce ye ku hûn îcazetê ji hin kesan bigirin. Karta danasînê ya rojnamevaniyê, tenê amûrek e ku pê karê sivik dibe."    'BAREKÎ MEZIN DIKEVE SER MILÊ ROJNAMEVANÊN MUXALIF'    Altan, destnîşan kir ku çendî ku zext û zorî hebin jî, lê belê rojnamevanên ku ligel van zext û zoriyan rastiyê dinivîsînin jî hene û ev yek cihê hêviyeke mezin e. Altan got: "Lê belê ji bo ku ev dewam bike divê rojnamevan piştevaniya ji bo hev xurt bikin û li ber zext û zoriyan serî netewînin. Nexasim jî di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê rêxistinên çapemeniyê. Hem divê ji bo hev hem jî ji bo rojnamevanan piştevaniyê xurt bikin. Nexasim jî divê piştevaniya ji bo rojnamevanên girtî zêdetir be. Her wiha li dijî neheqiyan divê dengê rojnamevanan bilindtir be. Gava em vê bikin, em ê karibin pirsgirêkan berteref bikin."    MA / Eylem Akdag – Cahît Ozbek