Ji HDP’ê daxuyaniya 10’ê Çiley3e Roja Rojnamegerên Dixebitin 2021-01-10 10:51:19   ENQERE – HDP’ê ji bo 10’ê Çiley3e Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyaniyek da û diyar kir ku li Tirkiyeyê karê rojnamevaniyê êdî nepêkane û tiştekî bê pîrozkirin nemaye.   Alîkariyê Hevserokên HDP'ê yê ji Karê Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel, bi wesîleya "10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin" daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew di demeke tarî de ne.   Temel, bi bîr xist ku di 10'ê çileyê de Qanûna Çapemeniyê ya bi Hejmara 212'an a li ser ewlehiya mafê aborî û civakî ya kedkarên çapemeniyê li Tirkiyeyê ketiye meriyetê, lê di şert û mercên asayî de 10'ê Çileyê diviyabû weke cejnekê bihata pîrozkrin û wiha got, “Lê mixabin ji bo rojnamevanên ku bi zext û zordariyê dest bi 10'ê Çileya 2021'ê kirin, tiştekî bê pîrozkirin nîne. Pîrozkirin li aliyekî, em di demeke wisa tarî de ne ku êdî rojnamevanî nepêkan e, gefa dîlgirtinê û terbiyekirina bi birçîbûnê li rojnamevanên ku rastiyê dinivisînin tê xwarin.”   Di dawiya daxuyaniya xwe de Temel, kedkarên çapemeniyê yên li ser rastiyê bi biryardarî dimeşin silav kir û diyar kir ku ji bo 10'ê Çileyê jidil weke cejnekê bê pîrozkirin wê têkoşîna xwe bidomînin.