ÎHD: Zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin 2021-01-10 13:57:56   STENBOL - Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê têkîldarî 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin diyar kir ku wê dest ji piştevaniya rojnamegerên zext li wan tên kirin bernedin û ev tişt got: “Em kesên welat bi rê ve dibin hişyar dikin ku zêxtên li ser rojnamegeran bi dawî bikin.”   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, derbarê 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’ê di daxuyaniyê de bang kir ku zextên li ser azadiya çapemeniyê, azadiya ramanê û li ser rojnamegerên dixebitin û bêkar hatine hiştin bi dawî bibin. ÎHD’ê da zanîn ku di demokrasiyê de azadiya çapemeniyê nebe nabeû wiha got: “Rojnameger li Tirkiyeyê ji ber nivîs û nûçeyên çêdikin rastî sansûr, zext, gef, lêpirsîn, ceza û girtinê tên û karê wan tê astengkirin.”   ‘NÊZÎ 67 ROJNAMEGER DI GIRTÎGEHÊ DE NE’   ÎHD’ê di berdewama daxuyaniya xwe de pirsgirêkên bingehîn ên rojnamegeran ku Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) amade kirine wiha rêz kirin:   “* Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatan de di dora 154’emîn de ye.   * Ji ber xebatên xwe nêzî 67 rojnameger di girtîgehê de ne.   * Li gorî statîstîkên tîrmeha 2020’an ên Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê aşkera kirine 86,505 xebatkarên weşan û çapemeniyê hene û rêjeya sendîkavaniyê jî sedî 7,87 e.   * Rêjeya bê sendîkayî û xebata bê ewlehî li dora sedî 90 e.   * Li gorî rapora RSF’ê di sala 2020’an de ji ber  çêkirina nûçeyên pandemiyê 130’an zêdetir rojnameger bi awayekî kêfî hatin girtin.   ‘ROJNAMEGERÊN HATINE QETILKIRIN BI BÎR TÎNIN’   ÎHD’ê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em ji Mûsa Anter heta Ferhat Tepe’yan ji Ûgûr Mûmcû heta Metîn Goktepe û Hrant Dînk’an hemû rojnamegeran bi rêzdarî bi bîr tînin û ‘Roja Rojnamegerên Dixebitin’ li rojnamegerên li dijî zehmetiyan serî natewînin pîroz dikin. Kesên welat bi rêve dibin hişyar dikin ku zêxtên li ser rojnamegeran û azadiya çapemeniyê bi dawî bikin.