Ûygûn ê ji kuştina jinan hat berdan ji tiryakê hat binçavkirin 2021-01-10 16:53:39   ENQERE - Umîtcan Ûygûn ê di kuştina Aleyna Çakirê de gumanbarê sereke, ji sûcê “teşwîqkirina tiryakê” hat binçavkirin.   Umîtcan Ûygûn ê di kuştina Aleyna Çakirê de gumanbarê sereke, piştî ku dîmênên wî ku tiryakê bikartîne li ser medya civakî hatin parvekirin, ji sûcê “teşwîqkirina tiryakê” li Enqereyê hat binçavkirin. Ûygûn, di dema xwest bireve de hat girtin. Bav Dûrak Ûygûn jî bi îdîaya ji revîna Ûygûn re alîkarî kiriye hat binçavkirin. Di heman demê de jineke di dîmenan de tiryakê bikartîne jî hat binçavkirin.