'Rastiya me têkoşîna me ya li dijî qeyûme' 2021-01-11 09:00:51 STENBOL - Xwendekarên bertek nîşanî rektorê qeyûm ê tayînî Zanîngeha Bogazîçî hat kirin dan, diyar kirin ku rastiya wan têkoşîna wan a li dijî qeyûme û gotin: "Heya ku avahiya qeyûm, ji nû ve bibe avahiya rektoriyê em ê paşve gav ne avêjin." Bertekên li dijî Prof. Dr. Melîh Bûlû yê bi daxwaza Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan weke qeyûm tayînî rektoriya Zanîngeha Bogaîçî hat kirin, dewam dikin. Destpêkê Erdogan, Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû û gelek rayedarên AKP-MHP'ê xwendekarên Zanîgneha Bogazîçiyê ku bi rojane li ber xwe diddin hedef nîşan didin. Soylû ji xwendekaran re got, “Wêrankar”, Erdogan îfadeya “Di nava vî karî de terorîst hene” bi kar anî, Rojnameya Sabahê got, “Vaye rastiya Bogazîçiyê” û A-Haberê jî kesên hatin binçavkirin weke “Endamê rêxistina terorê” hedef nîşan dan.     Li gel van hemû yan jî xwendekaran dest ji çalakiya xwe berdan û hîna  jî çalakiyên xwe dewam dikin. Xwendekarên çalakiyên xwe didomînin, derbarê bûyerên hatin jiyîn de nirxandin kirin.    ‘HEWL DIDIN MANÎPULASYONÊ AVA BIKIN’   Ji xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê Ebrû Batûr, êrîş û polîtîkayên hedef nîşandana xwendekaran rexne kirin û wiha axivî: “Dijminantiya desthilatdariyê ya li dijî jiyana wekhev û modernê bi salane li zanîngehan dewam dike. Bi van gotinan armanca wan ew e ku çalakiya me manîpule bikin û vale derbixin. Armanca gotinên ‘Di nava xwendekaran de terorîst hene’ ew ku tevgerên jinan tune bikin. Bi van gotinnan dixwazin xwendekaran bidin tirsandin. Lê vaye berxwedana me di roja 5’emîn de dewam dike û hejmara me ji roja ewil zêdetire. Em ê li dijî van hemû reşkirinan berxwedana xwe dewam bikin. Heya ku avahiya qeyûm, ji nû ve bibe avahiya rektoriyê em ê paşve gav ne avêjin.”    ‘DIBISTAN VEGUHERANDINE GIRTÎGEHÊ’   Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê Îbrahîm Kiliç jî, anî ziman ku çalakiyên di nava zanîngehê de, bersiva reşkirinên desthilatdariyê ye û wiha axivî: “Dibistan û derdora wê, veguherandine girtîgehê. Li ser serê me helîkopterên polîsan digerin û kelepçeyê li deriyê dibîstanê dixin. Li gel hemû hewldanan jî em xwendekar û akademîsyen çalakiyên xwe yên aştiyane dewam dikin. Ji xwendekaran re terorîst gotin, berevajî kirina rastiyane û bi zanebûn vê yekê dikin.”    ‘RASTIYA ME TÊKOŞÎNA ME YE’   Ji xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê Esra Çalişkan jî, bertek nîşanî medya alîgirê desthilatdariyê da û nirxandin kir: “Medya alîgir dixwaze bi gotin û manşetên xwe hemû kesî li dijî berxwenda Bogaziçiyan sor bike. Em rektorê qeyûm naxwazin. Ji ber vê ji me re dibêjin ‘terorîst.’ Ev rewş pir xirabe. Ji bo ku rastiyan berevajî bikin van gotinan dikin. Lê rastiya me têkoşîna me ya li dijî qeyûme. Ev jî mafê me yê herî xwezayî û bingehîne.”   ‘DÊ NEGIHIN ARMANCA XWE’   Xwendekarê Zanîngeha Bogazîçî Metîn Kîper jî, ji bo gotinên desthilatdariyê nirxandina provokasyonê kir û wiha got: “Bi van gotinan bêbextiyê li ciwanên zanîngehê dikin. Dixwazin bi van daxuyaniyan çalakiyên wan bêqîmet bikin. Hewl didin daxwazên me yên herî demokratîk bi dîwarên çêkirî veşêrin. Heya ku daxwazên xwendekaran neyin bi cih anîn emê çalakiya xwe dewam bikin. Berî her tiştî emê dibistana xwe terkî rektorê qeyûm nekin. Em ê kampusên xwe vale nehêlin. Êdî rewş giya wê astê, tenê îstîfa kirina Melîh Bûlû tê rê nake. Hedefa me ya bingehîn ew e ku, akademiyek xweser û demokratik bê avakirine. Divê ev tenê di sînorê Zanîngeha Bogazîçî de nemîne û li tevahiya civakê belav bibe. Ji ber vê yekê em bang li hemû derdorên civakê dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna me. Em ê tu carî ferzkiriên dij-demokratîk ên li hemberî zanîngehan qebûl nekin. Em ê dest ji daxwazên xwe yên akademiya xweser û demokratîk bernedin.”    MA / Berna Kîşîn