Li Colemêrgê bertîla AKP’iyan tê axaftin 2021-01-11 11:02:46 COLEMÊRG – Di qeyda dengê Serokê Bajar ê TUGVA’yê ye Colemêrgê yê Mûstafa Can de, bertîla ku di her îhaleyê de ji Serokê Bajar ê AKP’ê yê Colemêrgê Emrûllah Gur re tê veqetandin, tê vegotin.  Gur, angaştan red kir û giliya Can kir.    Li Colemêrg û navçeyên wê, qeyda dengê bertîl û nelirêtiyên ku rêveberên AKP’ê yên bajar di îhaleyan de dikin, tên axaftin. Di 2 qeydên dengan ku tê angaştkirin aîdê Midurê Lîseya Îmam Xatîbê ya Yuksekovayê Mûstafa Can in de tê vegotin ku Serokê Bajar ê AKP’ê yê Colemêrgê Emrûllah Gur û karsaz N.S. jî di nav de hin kes di îhaleyan de bertile digirin û nelirêtiyan dikin. Rewşa mijara gotinê, piştî ku Emrûllah Gur ê AKP’î giliya kesên ku dengan belav kirine kir de hat rojevê.    HEV DÛ BÊMINET DIKIN   Di qeyda dengekî Mûstafa Can ku di heman demê de Serokê Bajar ê Weqfa Ciwantiyê ya Tirkiyeyê (TUGVA) ya Colemêrgê ye de tê gotin ku di her îhaleyî de divê bertîl ji Serokê AKP’ê Emrûllah Gur re bê veqetandin. Di qeyda deng de Can bi gotina “Hocam” xîtabî kesekî dike û jê re dibêje ku gef li Serokê Navçeyê yê AKP’ê Fatîh Arslan xwariye. Can, derbarê Arslan de ev tişt dibêje: “Niha dabû Fatîh (Serokê Navçeyê yê AKP’ê). Ji Fatîh re dibêje ku wê van navan ewk nekin. Min jî got ku heke Fatîh derbarê van naven de pirsgirêkeke biçûk jî derxe ne tu ne Nedo (N.S.) ne jî Servet li vir dimînin. De keremkin hûn bêminet in.”   GUR ÎHALÊ DIDE BETALKIRIN   Can, kesê bi navê Servet jî hedef digire û ev tişt dibêje: “Mesela ku em dixwazin çî ye? Em dixwazin Servet ji holê rakin, ev rast e? Dest û hêza me qels e.” Piştre Can, qala îhaleyeke ku Gur ê AKP’î daye betalkirin dike û ev tişt tîne ziman: “Duşema berê îhale çêkirine. Dane kesekî bi navê Riza Varli ye çî ye. Bidaxwaziya 20 e 27 milyon TL’yî. Agahiya Emrûllah (Serokê Bajar ê AKP’ê) jê çêdibe û pêre dide betalkirin. Niha li vir şerê vê kirin. Tişta ji me dixwaze jî ewlehî ye. Camir aşkera dibêje. Temam ez ji vana re nexebitim lê li min xwedî derkevin. Ez xizmê wan im (Bi kurdî diaxive). Dikarin ji min re bibêjin. Heke na Welahî wê min rast e rast xêz bikirana.”   'NAVÊ MIN NEBÊJE’    Di qeydek deng a aydî Can de jî tê diyarkirin ku divê bertîlê bidin Emrûllah Gur ê AKP’yî. Can têkildarî vê rewşê wiha dibêje: “Mamoste Îlhan bixwedê min berê jî ji te re gotibû pêwîste em pere bidin Emrûllah. Nexwê wê çima zilam ji bo me hewl bide. Emrûllah çend caran ji min re got heke tu navê min bikar bînî ji li Colemêrgê ji min re bêje ‘keko’ navê min nebêje. Dema em li cem mizgefta mezin şertan axivîn. Ji bo ez tiştek mezin derbas bikim hatim vir. Min zext li ser zilam kir. zilam got ‘temam, Mustafa ez li pey te me.’ Niha em bixwazin jî nexwazin jî heke em li Geverê rêxistinek ava bikin, muheqeq em ê êdî tiştekî diyar bigirin.”    JI BO MIDÛRIYETÊ BERTÎL    Can îtîrafa ku dê bertîlê bidin Miduriyeta Perwerdehiya Navçeyê jî dike û wiha diaxive: “Mesele sibê du siba kesek ji bo Miduriyeta Perwerdehiya navçeyê bileyîze ez ê pereyek diyar ji çav derxim. Bila kes li qisûrê nenêre. (Nayê fêmkirin) Piştî ew hat vir kî dixwaze çi bike bila bike.”    BI BERTÎLÊ ÎHALE DIDE    Can diyar kir dike ku ji bo 20 ton komir bidin hin dibistanan di berdela wê de pere dane û wiha didomîne: “Mesela meseleya komirê; Midûrê min ev bi hişê we de diçe, komir ji me re hindik tê. Ez çûm bi Îlhan re axivîm. Min ji Îlhan re got 20 ton temam e? Wî got ‘temam e.’ Gote ‘Mamoste 20 ji bo me têr dike.’ '20 ton ji me re neyne lê pere bide.’ Min jî got ‘temam.’ (Bi kurdî diaxive) Niha min bixwesta li ser Î.S., N.S. nikarim pereyek bi dest bixim gelo? Niha ez ew kes im ku min li dijî N.S. şer daye destpêkirin. Her wiha li dijî Î.S. jî bi heman rengî. Midûrên dibistanan li min digerin. Dibêjin ‘mamoste ev Gurk î ye. H.G. (Serokê AKP’a Colemêrgê) kî ye? Çi ye we ye? Xizmê we ye? Dibe kurapê Şermîna me. Min got ‘çend deynên dibistana min hene, hinek komir kêm e ku bîne dibe gelo.’ Min got ez ê biaxivim. Ez çûm axivîm û da zilam. Midûran hemûyan.”   400 HEZAR LÎRE BERTÎL    Can, behsa nîqaşek îhaleyê dike û diyar dike ku wî ji bo îhaleyek 300-400 hezar lîre bertîl daye karsaz N.S. Can di dewama xaftina xwe wiha diaxive: “Gazî min kir. Muhsîn ne biyanî ye. (Muhsîn dibersivîne: na) Çimkî Nedo (N.S.) hat cem min. Sala par Nedo 300-400 milyar pere da vî. Hat Wanê pere da vî. Bibe alîkar, alîkar (bi kurdî dibêje). Lê belê wê demê tu yê min jî bifikirî. Di encamê de Nedo hatiye, ew min xwedî dike. Wê demê hûn jî xwedî li min derkevin, ez jî destek bidim. Mesela niha Atîlla ye, Cahît e, Nusret e. Fatîh çim ali ser serê me serokê navçeyê ye? Ji ber ku kes nîne. Dema em bi hev re bûn, me kesekî derxist gelo, na.”    ÎHALEYA KOMIRÊ    Can, di dewama axaftina xwe de, dixwaze ku 20 ton komir ji bo midurekê dibistanê kêm bê dayîn, ji bo vê navê wî bê bikar anîn û wiha dibêje: “Mûstafa Can em ê 20 ton kêm bidin, 30 ton kêm bidin. Komir anîne. Jin tiştên din anîne. 200 mîlyon bû, 150 mîlyon bû? Min ji Xoce Nîhat re jî got. Me evqas pere girt. Me hinek xerç kir. Min hinek ji bo xwe jî rakir. Min da wî jî. Bi vî awayî me hesabê xwe girt. Tenê deynekê Colemêrgê yê nehatiye dayîn heye. Ez vê dixwazim.”   GUR Ê AKP’Î GILÎ KIR   Serokê AKP’ê yê Bajêr Emrûllah Gur, piştî ku axaftinên Can derdikevin holê, derbarê hin kesên van qeydên dengan li ser medya civakî parve dikin û kesên di qeydên dengan diaxivin de, li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê gilî dike. Di gilîkirina 16’ê Kanûna 2020’an de, li ser hesabê Twîtterê qeydên deng tên parvekirin. Gur, di serlêdana xwe de, diyar dike ku ew û malbata wî bi awayekê vekirî hatine hedef girtin û dixwaze kesên ev parvekirin kirine bên lêkolîn kirin.   CAN: ŞIBANDINE DENGÊ MIN   Mûstafa Can ê ku me derbarê van îdîayan de pê re hevdîtin kir, wiha got: “Teqez tiştek wiha tuneye. Bi temamî ev kompleye. Min jî derbarê mijarê de gilî kir. Lêpirsîn dewam dike. Ev qeyd ne aydê minin. Ev xebatek orjînale ku hatiye kirin. Li cihek profesyonel hatiye klirin. Dengê di telefonê de, şibandine yê min.”    GUR: MIN GILÎ KIR   Serokê AKP’ê yê Bajêr Emrûllah Gur jî, wiha îdîa kir: “Min derbarê qeydên dengan de gilî kir. Min têkildarî Mûstafa Can, û hemû kesên di qeydên dengan de cih digirin gilî kir. Kesekê ku tu eleqeya wan bi me re tuneye, musaletê me bûne. Me dest bi kar û barê qanûnî yên pêwîst kiriye. Hemû kes wê li pêşberî darazê hesap bide. Derbarê me de îftirayek heye. Daraz wê bi awayekê giran hesabê vê yekê bi pirse. Me hem derbarê Mûstafa Can, hem kesên li gel wî diaxivin û hem jî, kesên ev deng weşandin de gilî kiriye.”    MA / Gokhan Altay