Di 10 mehan de qeyûmê 3’yemîn danîn ser Şaredariya Farqînê 2021-01-11 12:44:34   AMED – Bi ser danîna qeyûmê Şaredariya Farqînê re 10 meh derbas bûn. Di nava van 10 mehan de ev qeyûmê sêyemîn e tê tayînkirin.    Di 24’ê adara 2020’an de Qeymeqamê Farqînê Mehmet Ûslû li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî wek qeyûm hat danîn. Hevşaredarên Farqînê Naşîde Toprak û Abbas Azîzoglû ji wezîfeyê hatibûn girtin. Omer Farûk Çelîk hem wek qeyûm û hem jî wek qeymeqam tayînî şûna Mehmet Ûslû hatibû kirin. Niha jî Çelîk ê hem qeyûm e û hem jî qeymeqam e ji wezîfeyê hat girtin.    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Farqînê têkidlarî ji wezîfegirtina Çelîk daxuyaniyek belav kir û got: “Di demek kin de sê qeyûm hatin guhertin. Duh dîsa bêyî tiştek ji raya giştî re were parvekirin, Qeymeqamê Farqînê û qeyûmê şaredariyê ji wezîfeyê hat girtin. Em ji qeyûmê danîne ser îradeya gel re dibêjin na.”    Li aliyê din hat diyarkirin ku dê Qeymeqamê Stewrê û qeyûmê şaredariyê Bayram Turker tayînî şûna Omer Farûk Çelîk were kirin.