Walîtiya Mersînê rêveberê Haber-Sen’ê ‘mîlîs’ îlan kirin 2021-01-11 15:12:45 MERSÎN – Walîtiya Mersînê, Serokê Giştî yê Berê yê Haber Sen’ê Mûsa Ozdemîr ku roja înê hatibû binçavkirin “mîlîs” îlan kir.    Walîtiya Mersînê, têkildarî Serokê Giştî yê Berê yê Haber Sen’ê Mûsa Ozdemîr ku di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ve hatibû destpêkirin de roja înê hatibû binçavkirin daxuyaniyek da û Ozdemîr weke “mîlîs” îlan kir.