Bi lêxistina çepikan Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin 2021-01-11 15:32:30   AMED - Xebatkarên tenduristiyê li Amedê, derbarê şert û mercên mûçe û xebatê de, çalakiya rûniştinê lidar xistin û bi lêxistina çepikan Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civak û Tenduristiyê (SES) ya Amedê, derberê mafên xwe yên xwebûnê de, li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Meaşê me, têra ziwakirina xwêdana me nake” hat vekirin û dowîzên “Ji performansê re ne, xwezî li şûna xebatkarên tenduristiyê em rûnê gulberojan bûyan, em ji sedî 60 zam dixwazin”, “Bila cihêkariya 4/a 4/b bê rakirin, ji bo hemû kesan karê bi ewle bê dayîn” û “Em lêxistina  çepikan naxwazin mafên xwe dixwazin” hatin hilgirtin..    Hevserokê Şaxa SES’ê Şiyar Guldîken, daxuyanî da û wiha axivî: “Em xebatkarên tenduristiyê ev 10 mehin bi Kovîd-19 re têdikoşin. Ji serî de me daxwazên xwe yên civakî û aborî anîn zimann. Desthilatdarî dikare ji bo alîgirên xwe jêderkan bibîne, lê ji bo me xebatkarên tenduristiyê jî ji sedî 3 rewa dibîne.”   ‘ÊDÎ EM NIKARIN BIXEBITIN’   Guldîken, di dewama axaftina xwe de ev peyam da: “Li şûna em bigirin em dikenin. Em niha dowîzên xwezî li şûna xebatkarên tenduristiyê, em rûnê gulberojan bûyan dikin dest xwe. Ji dest pê ka pêvajoyê ve gotin ku wê mafên me nedin me. Bi rastî jî mafên me nedan me. Hemû beşên kedkar û civakê manîpule kirin û xapandin. Ji dest pê kê rastî veşartin. Ji 20 hezarî zêdetir kes ji ber pandemiyê li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan. Piraniya van kesan xizan û feqîr bûn. Di heman demê de 339 hevalên me yên xebatkarên tenduristiyê ji ber Kovîdê jiyana xwe ji dest dan . Li Tirkiyeyê 2 mîlyon kes bi kovîdê ketin. Êdî em nikarin di şert û mercên heyî de bixebitin.”   ‘EM ŞERMEZAR DIKIN’   Guldîken, da zanîn ku ew Wezareta Tenduristiyê û hikumeta şermezar dikin û wiha got: “Çawan dibe ku vê zama kêm ji bo me rewa bibînin. Ew her tim ji bo me li çepikan dixin. Vê carê em bi lêxistina çepikan wan şermezar dikin. Em vê zama kêm qebûl nakin.”   ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ     Xebatkarên tenduristiyê, piştî daxuyaniyê, 5 deqe çalakiya rûniştinê lidar xistin û dirûşmeya “Em xebatkarên tenduristiyê ne, em mafdarin, em ê qezenc bikin” berz kirin. Dûre çalakî bi dawî bû.