Wezareta Dadê wê 39 girtîgehên din çêbike 2021-01-11 16:04:02   ENQERE - Wezareta Dadê, plan dike ku di nava salê de 39 girtîgehên din ên nû çêbike.   Li gorî Bernameya Performansê ya Sala 2021’an ku Wezareta Dadê weşand, wê îsal 39 girtîgeh nû, li 355 girtîgehên ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul di sala 2020’an de eşkere kiribû, bên zêdekirin.