Li Colemêrgê hevdîtina gel 2021-01-11 16:45:31   COLEMÊRG - Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê, li bajêr bernameya hevdîtina gel lidar xist.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê, li bajêr bernameya hevdîtina gel lidar xist.    Parlamenterê HDP’ê y ê Colemêrgê Saît Dede, endam û rêveberên partiyê, Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin û berî demekê ji girtîgehê hat berdan û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Endamên partiyê Karaman ê di rojên derbasbûyî de ji girtîgehê hatibû berdan, li Qada Azadiyê ya Erzinkinê pêşwazî kirin. HDP’iyan xwestin bi awayekê konvoy bikevin bajêr, lê polîsên Depînê destûr nedan vê yekê. Endamên partiyê dûre li navenda bajêr gehiştin hev û xwestin heya avahiya bajêr bimeşin.  Polîsan bi hinceta 15 roj  biryara qedexeya çalakiyan a walîtiyê destûr nedan ku HDP’î bimeşin.   Piştî ragehiyeke kurd, endamên partiyê derbasî avahiya partiyê bûn. Hevşaredar Cîhan Karaman li avahiya HDP’ê gel silav kir û da zanîn ku ew ê ligel hemû astengiyan jî, bi gelê xwe her daîm bên gelhev û dê têkoşîna xwe ya demokratîk li qadan dewam bikin.     Karaman, diyar kir ku wan xwest îro bi gelê xwe re bên gelhev û wiha got: “Lê ji ketina bajêr bigirin heya avahiya partiyê em rastî gelek astengiyan hatin. Em xwest em bêrîkirin û hesreta xwe, li mala xwe avahiya partiyê derbas bikin. Bi gelê xwe re têkoşîna demokratîk dayîn ji bom in rûmetek mezine. Gelê me bi awayekê girseyîm em pêşwazî kirin. Ez ji bo vê rewşê spasiyên xwe yên bê dawî pêşkêşî we dikim.”