‘Daxwazên xwendekarên Bogazîçiyê daxwazên me ne’ 2021-01-11 16:58:21 STENBOL / ENQERE – Xwendekarên zanîngehên Stenbolê Enqereyê ji bo piştevaniya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê gotin: “Daxwazên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê daxwazên me ne.”  Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê (ÎU) ji bo piştgiriyê bidin xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî tayînkirina rektor Melîh Bûlû yê AKP’yî li ser piya ne, li hev kom bûn. Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê li Meydana Beyazîtê kom civiyan û rektorê qeyûm protesto kirin. Xwendekaran pankart vekirin, dovîzên nivîsên li dijî qeyûm vekirin û hildan û dirûşmên “Em qeyûmê rektor naxwazin” û “Her dever Bogazîçiye, her dever berxwedan e” berz kirin.    Li ser navê girseya xwendekaran, xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Ozgur Ozdemîr daxuyanî da û diyar kir ku îqtîdar dixwaze zanîngehan bixe bin kontrola xwe û li gorî xwe birêve bibe û bi vê yekê rêxistin û pergala demokratîk a zanîngehan zirarê dibîne. Ozdemîr destnîşan kir ku zanîngehîn di bin êrişên giştî de ne û ew ê rê nedin van êrişan. Ozdemîr li dijî tayînkirina qeyûm banga têkoşîna hevpar kir û got: “Daxwazên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê daxwazên me ne.”    Daxuyanî bi gotina strana ku xwendekaran li ser rektorê qeyûm nivîsandibû bi dawî bû.    ENQERE    Xwendekarên zanîngehên Enqereyê jî ji bo piştevaniya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li Navenda Giştî ya Tum Bel Senê ya li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek xwendekar, parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, rêveberên HDP’ê, endamên Jinên Demokrat ên Nû beşdarî civînê bûn. Li ser navê xwendekaran Yaren Tuncer daxuyanî da û got: “We Enqereyê hemû dorpêç kir û xwest dengê me qût bikin. Lê dîsa me dengê xwe bilind kir û em ê her dengê xwe bilind bikin. Em li cem xwendekarên Bogazîçiyê ne.”    ‘HER KESÎ DIKIN TERORÎST’    Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz jî axivî û destnîşan kir ku yên dengê xwe bilind dikin her tim bi tundiya dewletê re rûbirû dimînin û got: “Îqtîdara faşîst dixwaze tirsa împaratoriyê çê bike. Lê belê herî zêde ji ciwanên şoreşger ditirsin. Em di serdemek ku faşîzm derketiye asta herî jor de ne. Ji nîvê welat re dibêjin ‘terorîst.’ Ji her kesên li dijî wan îtîraz dikin re wek ‘terorîst’ radigihînin.”