Doza Hrant Dînk carek din hat taloqkirin 2021-01-11 17:09:35   STENBOL – Danişîna 121’emîn a doza rojnamevan Hrant Dînk bi girtina îfadeyên hin bersûcan taloqî 15’ê çile hat kirin.    Danişîna 121’emîn a doza derbarê kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Agos Hrant Dînk ku wezîfedarên cemaweriyê jê tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 14’emîn a Stenbolê ya li Semta Çaglayanê hat lidarxistin. Wezîfedarê Miduriyeta Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Samsûnê Metîn Balta bi rêya dîmen û deng beşdarî danişînê bû û bersûcên din jî li eywana danişînê amade bûn. Piştî tespîta nasnameyan bersûcan li dijî birayra dozger ku pêşkêşî dadgehê kiriye parastina xwe kirin. Şandeya dadgehê piştî parastinan navber da danişînê û danişînek din taloqî 15’ê çile kir.