Bertîl û gendeliya li Amedê 2021-01-12 09:03:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Bertîl û gendeliya ku li Amedê hatiye kirin aşkere bû. Pereyên li cem zêrfiroş, navenda werzîşê û pereyên ji bo bitcoinê hatine razandin hatin desteserkirin.  Piştî ku Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê yê berê Feysel Taşçier, mamoste S.D. û karmend H.E.T. gilî kirin, gendelî û nelirêtiya li Mala Mamosteyan a Amedê û Dibistana Hunerê ya Êvarî hatiye kirin derket holê. Piştî gilîkirinê Serokê Egîtîm Bîr Sen û Memûr Sen a Amedê ê berê û Midûrê Mala Mamosteyan a Amedê Yûnûs Memîş, rêvebirên saziyê, Cîgirê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr ê berê Serkan Batûr, Prof. Dr. Kemal Çelen, Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Amedê Alîcan Ebedînoglû û kardêr Yûsûf Vûral, Şeyhmûs Mete, Nîhat Guneş jî di nav de 26 kes ji ber vê gendelî û bertîla hatiye stendin hatin darizandin.    Doz ji ber îhaleyên di sala 2016, 2017 û 2019'an de hatine kirin hatiye destpêkirin. Bi belge û delîlan derketiye holê ku di îhaleyên hatine kirin û tiştên hatine stendin de nelirêtî hatiye kirin û bertîl hatiye stendin.    Di dosyeyê de kesê sereke Midûrê Mala Mamosteyan Yûnûs Memîş e. Memîş ji ber ku karmend e, nikaribûye mal û milkên xwe beyan bike, bertîla stendiye û pereyên ji ber nelirêtiyê stendine qismek jê danîne cem Zêrfiroşê Sûrê, qismek jê xistiye hêwana sporê ya bi navê Wînner Fîtnees Woman ku bi awayekî xeyrî resmî şirîkê wê ye û her wiha bi navê hin kesên din jî wesayît stendine û qismek jê jî ji bo pereyê dîjîtal bitcoin razandiye.    PERE DANÎNE CEM ZÊRFIROŞ    Piştî şopandina fizîkî û teknîkî derketiye holê ku Memîş pereyên xwe danîne cem Zêrfiroşê Sûrê. Xwediyên kargehê Mûstafa Engîn û Celîl Engîn jî di îfadeyên xwe de diyar kirine ku Memîş pereyê xwe aniye cem wan û wan jî jê re hilaniye. Di şopandina fizîkî û qeydên kamerayan de derketiye holê ku Yûnûs Memîş di 15'ê Cotmeha 2019'an de ji pereyê ku daniye cem zêrfiroş 90 hezar jê ji Cîgirê Midûrê Mala Mamosteyan Mûstafa Yaşar re şandiye. Her wiha Memîş ji bo ku wesayîteke nû bistîne, 146 hezar TL daye Yuksel Gumuş ku bide şîrketa wesayîtan. Paşê derketiye holê ku Memîş li ser navê kurê xwe Ahmet Yasîn Memîş wesayîteke bi plakeya 21 AAP 793 stendiye.    Hat diyarkirin ku Yûnûs Memîş di 27'ê Mijdarê de 165 hezar TL'yê din jî daniye cem heman zêrfiroşî û di 14'ê Kanûna 2019'an de jî di dîmenên kamerayan de kifş dibe ku bersûc Yûsûf Vûral ku xwediyê Şîrketa Vûral Yapiyê de hatiye cem zêrfiroş û 6 deste pere wergirtiye.    DI MEH Û NÎVEKÊ DE 340 HEZAR TL RAZAND    Di avêtina ser zêrfiroşe de ajandaya zêrfiroş hat desteserkirin. Li gor tiştên di ajandayê de nivîsandî di navbera 12'ê Cotmeha 2019'an û 27'ê Mijdara 2019'an de bi giştî 340 hezar TL hatiye razandin û heya 24'ê Çileya 2020'î 296 hezar Tl ji vî pereyî hatiye kişandin. Bi biryara Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Amedê 20 hezar TL'yê Memîş ê li cem zêrfiroş hatiye desteserkirin. Memîş di îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan de ev tişt gotine: "Bi qasî tê bîra min me ji bo wesayîtê pere wergirtiye û me bi 296 an jî 298 hezar jî zêr wergirtiye. Me tim pere datanî cem zêrfiroş û ji cem wî werdigirt. Niha baş nayê bîra min. Hat bîra min bê me bi çi qasî zêr kiriye. Me bi 296 hezar TL'yî zêr kiriye. 100 hezar TL pereyê bavê min bû û yê din jî zêrên hevjîna min bûn. Me ew xera kirin û me bi pê bi giştî zêr kirî. Ji van pereyên hatine xwendin hin jê yên min in. Hin jê jî nayên bîra min."    BITCOINE    Di guhdarkirinê telefonê de jî hatiye tespîtkirin ku Memîş di telefonê de bi Şeyhmûs Çevîk re axiviye û behsa pereyan û pereyê dîjîtal bitcoine kirine. Piştî vê bi biryara dozgeriyê pereyê dîjîtal ê Memîş ku di hesabê Şeyhmûs Çevîk de bûne, hatin desteserkirin. Piştî ku pereyê dîjîtal hat xerakirin ku miqadara wê 56.774,73 TL bû, li hesabê emanetê yê edlî yê dozgeriya Amedê hat arzandin.    WESAYÎT BIR SER NAVÊ XIZMÊ XWE    Hat diyarkirin ku Yûnûs Memîş, bi pereyê ku di nelirêtiyê de bi dest xistiye, wesayîteke bi plakeya 34 FZ 9963 a bi markeya Volvo XC60 stendiye. Memîş, dû re ev wesayît firotiye Î.P. Her wiha wesayît abi markeya Skoda ku Yûnûs Memîş kiriye û li ser navê kurê xwe qeyd kiriye, ji bo ku neyê dewrkirin bi biryara dadgehê şerh hatiye danîn.    ŞIRÎKÊ NAVENDA WERZÎŞÊ    Her wiha di lêkolîn û şopandinê de derketiye holê ku li Vîllayên Dîclekentê bi navê Wînner Women Fîtness hêwaneke werzîşê ya Memîş jî heye. Memîş şirîkekî xeyrî resmî yê vê hêwanê ye. Hêwan li ser navê Mûstafa D ye. Lê belê ligel Memîş kardrê Yûsûf Vûral û R.E. jî şirîkên vê hêwan ne.    Memîş di îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan a ji bo hêwana werzîşê ev tişt gotine: "Ez ne şirîkê Wînner Women Fîtnessê me. Axaftinên di navbera me û R.E. de ne bera ne, me henek kirine."    Lê belê Dadgeriya Ceza ya Sulhê dest daniye ser hêwana werzîşê jî.