Hevserokên HDP’a Amedê nehatin berdan 2021-01-12 12:37:59   AMED – Danişîna ewil a doza Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik hat lidarxistin. Herdu hevserok nehatin berdan û danişîna wan hat taloqkirin.     Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik di 22’ê cotmeha 2020’an de hatibûn binçavkirin û piştî hefteyekê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatibûn girtin. Her wiha Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya jî li gel hevserokên xwe bajêr hatibûn binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Danişîna ewil a doza derbarê her çar hevserokan de li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê û parêzer beşdarî danişînê bûn. Ceylan û Alokmen bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) tevlî danişînê bûn.    Piştî parastinên Ceylan û Alokmen û parêzerên wan, şandeya dadgehê biryar adewama girtina wan da û danişînê taloqî 23’yê adarê kir.