Rapora girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn: 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da 2021-01-12 14:40:27   ENQERE – Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn eşkere kir û li gorî raporê 9 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 24 girtî jî bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû maye.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê derbarê girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn de rapora binpêkirinên mafan ên mehên cotmeh, mijdar û kanûnê yên 2020’an amade kir. Rapora ÎHD’ê ya binpêkirinên mafan ên qewimîne bi raya giştî re parve kir aydî van girtîgehan e; Girtîgeha Aksarayê Tîpa T, Girtîgeha Amasyayê ya Tîpa E, Girtîgeha Bolû ya Tîpa F, Girtîgeha Duzce ya Tîpa T, Girtîgeha Karabukê ya Tîpa T, Girtîgeha Kayseriyê Jimara 1’an a Tîpa T, Girtîgeha Kayseriyê Jimara 2’yan a Tîpa T, Girtîgeha Kayseriyê ya Jinan, Girtîgeha Keskîn a Tîpa T, Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F, Girtîgeha Kirşehîrê ya Tîpa T, Girtîgeha Sîncanê ya Jinan, Girtîgeha Sîncanê ya Jimara 1’an a Tîpa F, Girtîgeha Sîncanê Jimara 1’an a Tîpa L, Girtîgeha Sîncanê Jimara 2’yan a Tîpa L, Girtîgeha Sîncanê ya Tîpa T, Girtîgeha Sêwazê ya Tîpa E.    Rapor ji aliyê Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen û rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût ve hat xwendin.    9 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAYE    Çevîrmen destnîşan kir ku bi qasî wan tespît kiriye li girtîgehan 9 kes jiyana xwe ji dest dane, ji van 9 kesan 4 jê ji ber vîrûsa koronayê, 3 kes bi nexweşînên cuda û 2 jê jî bi “îdiaya întîharê” jiyana xwe ji dest dane. Çevîrmen anî ziman ku li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 46 jê jin bi giştî herî kêm 284 girtiyên nexweş hene û ji van girtiyên nexweş 98 girtî girtiyên rewşa wan giran e.    DIBE KU HEJMAR ZÊDETIR BE    Çevîrmen da zanîn ku li van girtîgehên navborî herî kêm 24 girtî bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane û ji ber ew nikarin bi hêsanî agahî bigirin û girtî nikarin dengê xwe ragihînin ji saziyên mafên mirovan re û bi sedema astengiyên heyî dibe ku ev hejmar zêdetir be.    ‘JI BO PIRSGIRÊKAN ÇARESERÎ NAYÊ LIPÊŞXISTIN’    Rêvebera ÎHD’ê Sevîl Tûrgût jî destnîşan kir ku girtî xwedî her mafê jiyanê ku ji wan re rêz were nîşandanê ne û wiha got: “Lê belê kêşeyek herî mezin jî ew e rewşa girtiyên nexweş e. Ji bo girtiyên nexweş tu çareserî nayê lipêşxistin. Bêyî werin tedawîkirin û teşhîsa wan were kirin, adeta îşkence bi wan tê kirin. Girtiyên nexweş ya piştî jiyana xwe ji dest didin darbestên wan dertên an jî li ber sekeratê tên berdan. Piştî tên berdan jî ya li nexweşxaneyan an jî li malê jiyana xwe ji dest didin. Ji bo vê yekê divê mercên girtiyan werin başkirin û girtiyên nexweş jî li tavilê werin berdan.”    Di dewama raporê cih ji binpêkirinên mafan re hat veqatandin û xal bi xal hatin rêzkirin.