Li Tendurekê operasyona eskerî dest pê kir 2021-01-12 15:23:40   AGIRÎ - Li Çiyayê Tendurek a di navbera sînorên Wan û Agiriyê de, operasyona eskerî dest pê kir.   Li Çiyayê Tendurekê ya di navbera sînorên Wan û Agiriyê de, bi tevlîbûna gelek esker, cerdevan û polîsan operasyon hat destpêkirin. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû, diyar kir ku navê operasyonê kirine “Erenler Operasyonlari.” Hat destnîşan kirin ku li heremê liv û tevgera hewayî heye.