Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê îşkenceya gardiyanan 2021-01-12 15:45:54   ŞIRNEX - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê ragihandin ku ji hêla gardiyanan ve gef li wan tê xwarin û gotin: “Tu ewlehiya me tuneye û jiyana me di xetereyê de ye. Ji raya giştî bangawaziya me ew e ku bibine dengê me.”   Di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Silopiya ya Şirnexê de ciwanên bi navê Hamza Arzûman, Reşit Îlhan û Halîl ku paşnavê wî nayê zanîn hatibûn girtin û 36 sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn. Her sê ciwanên ku di Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê girtî ne, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivîn û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji malbatên xwe re ragihandin.    'TU EWLEHIYA ME TUNE YE'    Ji girtiyan Hamza Arzûman, ragihand ku ew bi zext û zordariya gardiyanan re rû bi rû ne û wiha got: “Ji ber ku em girtiyên siyasî ne, em her roj bi îskenceya gardiyanan re rû bi rû dimînin. Ji hêla gardiyanan ve her roj li me gef tên xwarin. Em bi şev nikarin rakevin. Her serê sibehê li deriyê me dixin û dengên eceb derdixînin. Li ser me şereke derûnî tê meşandin. Xew nakeve çavê me. Tu ewlehiya me tuneye û jiyana me di xetereyê de ye. Ji raya giştî bangawaziya me ew e ku bibine dengê me.”   Her wiha hat hînbûn ku ji ber vê îşkenceya gardiyanan heta niha malbatan bi dehan caran ji rêveberiya girtîgehê re daxwazname şandine lê daxwaznameyên wan nehatine qebûlkirin.