Wê Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê aşkera bike 2021-01-12 15:55:18   NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Hiqûqê ya Asrinê, wê sibê “Rapora Binpêkirinên Mafan a Îramliyê” ku têkildarî sala 2020’an amade kiriye, parve bike.   Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, rapora xwe ya ku têkildarî Îmraliyê amade kirine, dê aşkera bikin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Ocalan dike, wê sibê saet di 12.30’an de “Rapora Binpêkirinên Mafan a Îramliyê” ku têkildarî sala 2020’an amade kiriye, bi civîneke çapemeniyê parve bike.