Malbata Safîturk: Bersûc Midûrê Polîsan ê Dêrikê ye 2021-01-12 16:00:05   DÎLOK - Danişîna doza Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Safîturk ê di êrîşa bombeyî de mir, li Dadgeha Îstinafê hat dîtin. Birayê qeymeqam Safîturk Alî Haydar Safîturk diyar kir ku rojek beriya teqînê Midurê Polîsan ê Dêrikê îşkence li qeymeqam Sefîturk kiriye û wiha got: "Faîlê  rastîn Midûrê polîsan ê Dêrikê ye. 3 polîsan jî li ser vê yekê îfade daye."    Qeymeqamê Dêrikê Muhammet Safîturk, di 10'ê mijdara 2016’an de li meqamê xwe di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû. Danişîna doza qeymeqam Safîturk li 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê dihat dîtin. Dadgehê der barê 15 bersûcan de biryar dabû. 3'emîn Îdareya Ceza ya Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê biryar xera kir û biryar da ku 8 bersûc ji nûve bên darizandin. 5'emîn danişîna dozê hat dîtin. Di danişînê de kesên hatin darizandin û parêzerên wan bi r9êya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. Dîsa malbata Qeymeqam Safiturk li salona dadgehê amade bûn. Di danişînê de bersûcan sûcê der barê xwe de red kirin. Parêzerên bersûcan jî xwest heyet der barê muwekilên wan de biryara beraetê bide.    Birayê qeymeqam Alî Haydar Safîturk, nerînê xwe yê berê dubare. Safîturk, îdeayên der barê Midûrê Polîsan ê Dêrikê yê berê Mustafa Hakan Kutluay û Waliyê Mêrdînê yê berê Mustafa Yaman de dubare kir. Safîsturk îdeayek din li îdeayên xwe zêde kir û wiha got: "Birayê min Safiturk, li Dêrikê dema Qeymeqam bû ji aliyê hin dertorên karsaz û Midûrê Polîsan ê Dêrikê Mustafa Hakan Kutluay ve gelek caran gef li wan hatin xwarin. Di 9'ê Mijdarê de midûrê Polîsan îşkence li birayê min Safîturk kir. Safîturk, demeçên dabûn Ajansa Mezopotamya jî bibîr xist û anî ziman ku dozger mijarê diguherîne.    Heyeta dadgehê li ser îdeaya Ali Haydar Safîturk danişîn taloqî 23'ê Adarê kir.    Birayê Safîturk Alî Haydar Safîturk piştî danişînê anî ziman ku heyeta dadgehê biryarek rast nedaye û Şerif Mesutoglu ceza kiriye. Alî Haydar Safîtûrk, anî ziman ku tu eleqeya Mesutoglu û êrîşê bi hev nehatiye girêdan û wiha got: "Faîlê rastîn Midûrê Polîsan Mustafa Hakan Kutluay e. 3 polîsan îfade dan û diyar kirin ku Mustafa Hakan Kutluay ev bûyer pêk anîye."