Berxwedana Bogazîçiyê pêl bi pêl belav dibe 2021-01-12 16:39:01   STENBOL - Xwendekarên Zanîngeha ÎTU’yê ku li dijî tayînkirina rektorê qeyûm piştevaniya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê kirin, diyar kirin ku wê berxwedanê mezin bikin.   Çalakiya bênavber ku Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li dijî tayînkirina rektorê qeyûm dan destpêkirin li gelek zanîngehan belav bû. Çalakiyên nobetê yên Zanîngeha Bogazîçiyê berdewam dikin. Zanîngeha Teknîk a Stenbolê (ÎTU) ji bo piştevaniya xwendekarên Bogazîçiyê li pêş avahiya rektoriya zanîngeha xwe daxuyanî dan. Gelek xwendekar beşdarî daxuyaniyê bûn. Xwendekaran di daxuyaniyê de pankarta “Ji rektorê qeyûm re na, em hilbijartinê dixwazin” vekirin û dirûşma “Em rektorê qeyûm naxwazin” berz kirin.   ‘EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERDIKEVIN’   Xwendekara ÎTU’yê Gokçe Yilmaz di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew ê li dijî tayînkirina qeyûman têbikoşin û wiha got: “Melîh Bûlû demekî dirêj di nav AKP’ê de xebat bi rêve dibir û bûye namzetê parlementeriyê yê AKP’ê, niha jî kirin rektor. Ev rewş hişmendiya tayînkirina qeyûman a AKP’ê nîşan dide. Em xwedî li têkoşîna xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê derdikevin.”   ‘BERXWEDANÊ MEZIN DIKIN’   Yilmaz, destnîşan kir ku AKP dixwaze perwerdehiya zanistî tasfiye bike û got: “Desthilata ku mudaxileyî ramanên azad a zanîngehan dike, mecbûre daxwazan guhdar bike. Em jî weke xwendekarên ÎTU’yê  soza mezinkirina têkoşînê didin.”