Dozger 15 sal ceza ji Hevşaredar Çîçek xwest 2021-01-12 17:05:55   AMED - Dozger 15 sal ceza ji Hevşaredarê Yenîşehîrê Îbrahim Çîçek ê qeyûm tayînî şûna wî kirin re xwest.    Hevşaredarê Yenîşehîra Amedê Îbrahim Çiçek piştî di hilbijartinê de hatibû hilbijartin, wezîr ew ji peyvirê girt û qeyûm tayînî şûna wî kiribû. Danişîna doza Îbrahîm Çîçek li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran hat dîtin. Dozger bi sucdariya tev li xebatên KCD, DBP'ê bûye û dema Hevserokê DBP'ê yê Amedê bû daxuyanî dane, bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê". Çîçek, bi rêya SEGBÎS'ê beşdar bûn. Parêzerên Çîçek Îbrahim Afşar, Mehmet Oner û Mesut Bestaş ji tev li danişînê bûn. Heyetê biryar da ku doza Çiçek bi dosyaya li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran re bibe yek. Dozger bi hinceta Çiçek tev li 45 çalakiyan bûye, ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza xwest.    Parêzer Îbrahim Afşar, parastin kir û xwest Çîçek bê berdan. Heyeta dadgehê jî daxwazên parêzeran red kir û danişîna dozê taloqî 11'ê Sibatê kir.