Sal û mehek ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat birîn 2021-01-12 18:54:18   COLEMÊRG - Sal û mehek ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman hat birîn. Qeyûm tayinî şûna Karaman hatibû kirin.    Îro danişîna 7'emîn a Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman hat lidarxistin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yem a Colemêrgê hat lidarxistin. Karamanê ku di danişîna 6'emîn de hatibû berdan, parêzerên wî û Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saîd Dede û rêvebirên partiyê tevli danişînê bûn.   Heyeta dadgehê bi îdiaya "sûcê li ser navê rêxistinê" 2 sal û mehek ceza li Karaman birî.   Karaman di 15'ê Cotmeha 2019'an de hatibû binçavkirin û piştî 2 rojên di binçavan de hatibû girtin û di danişîna 6'emîn a dozê de hatibû berdan.