Walî ji şêniyên gundê ku bi metreyan avê dikişînin re got: Ma berê av hebû? 2021-01-13 09:04:12 WAN - Şêniyên Taxa Karşiyaka ya navçeya Şax a Wanê, ji ber neçareserkirina pirsgirêka avê, her roj di rêyên kend û kosp de diçin avê dikişînin. Keya Şeref Balka, anî ziman ku daxwazname dane lê belê daxwaznameyên wan nehatine bersivandin û walî ji wan re gotiye: "Ma berê av hebûye?" Li Taxa Karşiyaka ya navçeya Şax a Wanê nêzî 10 sal in pirsgirêka avê heye. Ji ber ku boriyên ku di salên 1990'î de hatine bicihkirin zingarî bûne, şêniyên taxê ji mecbûrî diçin avê ji devereke bi kîlometreyan dûr wan dikişînin. Rêya ku tê re diçin jî bi kend û kosp e. Şêniyên taxê xwestin ku meseleya wan a avê bê çareserkirin.    30 SEFERÎ DIKE    Leyla Balka, anî ziman ku 20 deqeyî dimeşin û rojê herî kêm 30 carî diçin û tên. Balka, bilêv kir ku kincên xwe û firaqên xwe li ber kaniyê dişon û got: "Em aveke paqij dixwin. Ava mala me bikirêc e. Kirêc jî makîneyan xera dike. Ji ber vê em salê ûtiyekê û cilşoyekê diguherînin. Êdî em dixwazin ev mesele bê helkirin. Em dixwazin ev bêedaletî ji holê rabe û rojek berî rojekê bê helkirin."    HAVÎN Û ZIVISTANÊ HEMAN PIRSGIRÊK    Ozgul Balka jî destnîşan kir ku ava bikirêc jî car carinan tê qutkirin û got: "Li mala me ava tune em destên xwe jî bişon. Nîvroj e, lê ev bû cara 13'an em avê dikişînin. Zarokên min jî avê dikişînin. Havîn, zivistan ferq nake, halê me tim ev e. Êdî em nizanin em ê çi bikin."    Hayat Babûr a 60 salî jî, her roj bi ereboka destan avê dikişîne. Babûr, bilêv kir ku ev yek wekî "îşkenceyê" ye û got: "Rojê 4-5 caran bi erebokê diçim û têm. Em avê dixwazin. Em jin, zarok, extiyar hemû perîşan bûne."    KEYA: BERSIV NAYÊ DAYÎN    Keyayê taxê Şeref Balka jî daxwaznameyên di dest xwe de nîşan dan û bilêv kir ku ev pirsgirêk bi salan e nehatiye çareserkirin. Balka, destnîşan kir di salên 1990'î de borî hatine keyskirin, lê beêr ew borî hemû zingarî bûne û ev ye bûye seba hin nexweşînan. Balka got: "Her sal mirov jehrî dibin û nexweş dikevin. Em perîşan bûne."    Balka, destnîşan kir ku daxwaznameyên wan bê bersiv mane û got: "Carekê îhale hat çêkirin. Lê Serokê AKP'ê yê Navçeyê   Karên Av û Midûrê Giştî yê Qenalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) îhaleya me xera kir. ÎHaleya me fesix kirin. Em vê mexdûriyeta xwe tînin ziman. Di vê serdema pandemiyê de di her malê de nexweşek heye, lê av tune ye."    BERSIVA WALΠ   Balka, bilêv kir ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Walî Mehmet Emîn Bîlmez, meha borî hatiye Şaxê civînek çêkiriye û got: "Min ji wlaî re got, 'Li Taxa Karşiyakayê 110 mal hene. Serê her malê 105 Tl fatûre tê û mirov 100 qedeh avê venaxwin.' Walî jî got, 'Ma berê li malê av hebû?' De were û safî bike. Ne VASKİ, ne jî şaredariyên din tu xizmetê nakin. Bersiva tu ewraq û daxwaznameyên me nadin."    MA / Mujdat Can - Tolga Guney