Li Serhedê xetereya ziwabûnê 2021-01-13 09:09:31 WAN - Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Wanê Engîn Işik, diyar kir ku îsal li bajarên herêma Serhedê berf û baran dihat payîn nebariyaye û got: "Heger ji bo ziwabûna çandiniyê çareyek neyê peydakirin, dê ji şewbê xetertir bibe."  Ji ber talankirina xwezayê û polîtîkayên şaş, krîza avhewayê her diçe kûrtir dibe. Girêdayî vê li seranserê cîhanê ziwabûnek mezin çêbûye û her diçe zêdetir dibe. Li gor rapora 2020'an a Enstîtuya Çavkaniyên Cîhanê, Tirkiye di nav 164 welatî de di rêza 32'yan de ye ku bi xetereya avê re rû bi rû ye.    Îsal li herêma Serhedê jî ziwabûnek mezin rû daye. Li gor salên borî, rêjeya tijebûnê ya bendavên Wanê di biniya ji sedî 50'î de ye.    ZIWABÛN Û HIŞYARΠ   Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Wanê Engîn Işik, rewşa dawî ya herêmê nirxand. Işik, destnîşan kir ku li seranserê welêt ziwabûnê rû daye û wekî her welatî Tirkiye jî di warê ziwabûna çandiniyê de bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye.   Işik, destnîşan kir ku li hemberî ziwabûna çandiniyê divê hin plan bên amadekirin, komîte bên avakirin û komên xebatê bên avakirin. Işik got: "Hilberîneke li ser asasê mezaxêriyê pirsgirêkan çareser nake. Awayên hêsan ên avdaniyê van pirsgirêkan hel nake. Niha em bi germbûneke kûrewî re rû bi rû ne. Di heman demê de em bi şewbeke re jî rû bi rû ne ku dinyayê daye ber xwe. Lê belê ziwabûn ji vê şewbê talûetir e. Hûn dikarin li hemberî şewbê derziyê peyda bikin. Lê heger li dijî ziwabûna çandiniyê çareyek neyê peydakirin û tevdîr neyên girtin wê ji şewbê xirabtir bibe."    XETEREYA KÊMBÛA AVÊ    Işik, diyar kir ku Tirkiye di warê avê de ne welatekî xizan e, lê belê dibe ku ev yek biguhere û got: "Li Tirkiyeyê 87 milyar metrekup av tê bikaranîn. Ji sedî 70yê vê ji bo avdaniya çandiniyê tê bikaranîn. Îjar heger em haziriya vê nekin, heger li golan, li bajran û deverên din tevdîr neyên girtin, helbet dê ji bo Tirkiyeyê jî xetereya avê rû bide."    Işik, diyar kir ku di nav salê de berf û barana ku dihat payîn nebariyaye û li go raporên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, dê Wan jî ziwa bibe. Işik got: "Berfa ku dihat payîn nebariya. Em di zivistanê de ne. Heger berf nebare û di biharê de jî baran baş neyê, wê hilberînerên Wanê jî nesîbê xwe ji vê bigirin û wê berdarî kêm bibe. Tevdîra herî girîng, av biteserif bê bikaranîn."    ZIWABÛNEKE SOSYO-ABORΠ   Işik ku got "Eger hilberîn kêm bibe, wê nanê ku em bi lîreyekê dikirin bibe 3 TL" û got: "Wê fiyet biha bibin. Wexta ava bendava nemîne, dê enerjî jî kêm bibe. Bi vî awayî wê fiyetê enerjiyê jî biha bibe. Dê pirsgirka sosyo-aborî rû bide. Gava ziwabûna sosyo-aborî rû bide, wê xela çêbibe. Hêvîdar im berf û baranek baş bibare û hilberîne baş bibe."    MA / Ozlem Yayan