Ji ber wêneyê Newrozê doz li rojnamevan Alphan hat vekirin 2021-01-13 11:08:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Melîs Alphan li Newroza Amedê wêne girtibû û parvekiribû derbarê wê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hat vekirin.   Rojnameger Melîs Alphan di Newroza Amedê ya sala 2015’an de wêne girtibû û parve kiriye doz lê hatiye vekirin. Alphana di meha mijdara 2020’an de têkildarî lêpirsîna bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" îfade daye dozgeriya Stenbolê. Îdianameya di çarçoveya lêpirsînê de hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 32'yemîn a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Derbarê Alphan de bi idiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” heta 7 sal û nîvan ceza tê xwestin.   Alphan bertek nîşanî dozê da û wiha got: “Armanca dozê bêdengkirina rojnamegeran e. Lê dema ew dibêjin 'bêdeng be' ez jî bi înad dixwazim biaxivim. Hûn min biavêjin zîndanê jî ne di xema min de ye. Yê ku ji we bitirse bila weke we be.”