Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat derpkirin 2021-01-13 11:09:08   AMED – Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê, girtî Ahmet Surme ji ber ku lêgerîna tazî ya piştî hevdîtina bi parêzerê xwe re lê hatiye ferzkirin, qebûl nekiriye hatiye derpkirin û kincên wî bi zorê hatine derxistin.    Mijara lêgerîna tazî ku parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû anî rojevê û rayedarên desthilatê qebûl nekirin, cih girtina xwe ya di rojevê de didomîne. Hat diyarkirin ku duh li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê, piştî hevdîtina bi parêzerê xwe re ji aliyê gardiyanan ve lêgerîna tazî li girtî Ahmet Surme hatiye ferzkirin. Hat destnîşankirin ku ji ber lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan Surme derp kirine û bi zorê kincên wî jê kirine.   BO ZORÊ GIRTÎ TAZÎ KIRIN   Surme, duh bi bavê xwe Takyeddîn Surme re bi telefonê axivî û serboriya xwe bi van gotinan ji bavê xwe re ragihand: “Piştî hevdîtina bi parêzer re gardiyana xwestin ez xwe tazî bikim. Destpêkê min sedema vê pirsî û ji wan re got ku ez ê xwe tazî nekim. Gardiyanan got ku dema parêzer di cihaza X-ray re derbas bûye cîhaz deng derxistiye û ji ber vê xwestin ku ez xwe tazî bikim. Min jî ji wan re got, ‘Heke cîhaz deng derxistibe biçin parêzer kontrol bikin çima hûn min kontrol dikin’. Çê jî kirin min xwe tazî nekir. Li ser vê gardiyanan min derp kir. Min avêtin erdê, pê li pişta min kirin û kincên min bi zorê derxistin. Tenê bincilê min li ser min hiştin. Timik pihînan li min dan, pihînan li serê min dan, her der amin mor kirin. Piştî ku ev tişt anîn serê min ji min re xwestin ku ez kincê xwe li xwe bikim. Min jî ev qebûl nekir û got ku ez tazî biçim qawişê. Ji ber vê jî min avêtin erdê û derp kirin. Bi zorê kincê min li min kirin. Min xwest min bibin nexweşxaneyê, lê ji bo ku ez rapora derpkirinê negirim min nebirin.”   ‘NAVÊ VÊ ZILM E’   Dayika Surme Fatma Surme (65), vê tundî û lêgerîna tazî ya li hemberî kurê xwe weke zilm pênase kir û ev tişt anîn ziman: “Kurdan çi kiriye ji vê dewletê? Bi rastî êdî hewce nake mirov navekî jî bibêje. Van mirovan çi kirine ji vê dewletê? Dewlet radibe vê zilmê li van mirovan dike. Navê vê zilm e.”     ‘PIRSGIRÊKA HERKESÎ YE’   Bavê Surme Takyeddîn Surme (68) jî destnîşan kir ku girtiyên jin û zilam tev tazî dikin û wiha got: “Ji bo bidawîkirina zext û tundiya lis er girtiya divê parêzer, çapemenî, partiyên siyasî, sazî û gelê me rojek zûtir bikevin tevgerê. Ev binpêkirinê tenê bi têkoşîna malbatan nayên derbaskirin. Bi berxwedana gelê kurd tenê jî nabe; bar dikeve ser milê herkese ku dibêje ez mirov im.”