Dadgehê biryara guhdarkirina ‘şahidên nepen’ ku sexte derketin da 2021-01-13 12:10:41 MÊRDÎN – Di doza Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ku girtî ye de biryara berdanê nehat dayîn û biryar hat dayîn ji bo guhdarkirina ‘şahidên nepen’ ku derket holê sexte ne muzakere bê nivîsandin.    Danişîna Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ku di 16’ê Mijdara 2019’an de bi biryara Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û hatibû girtin, li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat datîn. Esmez, ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parêzer û xizmên wê jî li danişînê amade bû. Piştî tespîtkirina nasnameyan danişînê dest pê kir û dozger xwest ku biryara berdevakirina girtina Esmez bê dayîn.    Esmez, têkildarî daxwaza berdawamkirina girtina xwe mafê axaftinê girt û da zanîn ku daxuyaniyên “şahidê nepen” ne rast in û li gel ku “şahidê nepen” nehatiye tespîtkirin jî 14 meh in bi awayekî neheq di girtîgehê de ye.    PARISTANA PARÊZERAN   Parêzer Dildar Ektîren, destnîşan kir ku delîlên di dosyayê de ne şênber in û xwest ku dosya bê girtin û daxwaza berdana Esmez kir. Parêzer Sîdar Genç jî diyar kir ku “şahidên nepen” “Plevne” û “Kosova” li gel ku di îfadeyên xwe de gotine Esmez “endama rêxistinê” ye jî di hizûra dadgehê de gotine ku Esmez weke şaredara Dêrikê nas dikin û negotine ku têkiliya wê ya bi rêxistinê re heye. Parêzer Genç ji bo “şahidê nepen” “Ankara” jî got ku nehatiye dîtin û daxwaza berdana muwekîla xwe kir.    DADGEHÊ DANIŞÎNÊ TALOQ KIR   Piştî parastinên ku hatin kirin heyeta dadgehê, daxwaza berdana Esmez red kir û ji bo “şahidên nepen” ên derket holê sexte ne bên guhdarkirin biryar da ku muzakere bê nivîsandin û danişînê taloqî 5’ê adarê kir.    Esmez, bertek nîşanî biryara dadgehê da û diyar kir ku dosyaya wê siyasî ye û di encama komployekê de di girtîgehê de ye. Dadgehê gotinên Esmez derbasî qeydan nekir.