Dorpêça li gundên Licê didome 2021-01-13 12:12:52   AMED - Li çoltera gundên Licê, di 9’ê çile de di navbera esker û HPG’iyan de şer derketibû. Li gundên Licê dorpêça eskeran didome.   Li çoltera gundên Cinezur, Derxust, Hiseynik û Mişref ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê di 9’ê çile de operasyon hatibû destpêkirin. Di operasyonê de di navbera esker û HPG’iyan de şer derketibû. Di şer de eskerek hatibû kuştin û 3 esker jî birîndar bûbûn. Piştî operasyonê ketin û derketina gundan ji aliyê eskeran ve hat girtin û destûr nehat dayîn ku gundî ji malên xwe derbikevin. Eskeran di ser gelek malan de girtin û gundî îşkence kiribûn. Mehmet Şah Bozkûş û hevjîna xwe Azîze Bozkûş ên ji gundê Mişrefê di ser degirtina malê de hatibûn binçavkirin. Mehmet Şah Bozkûş bi idiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û hevjîna wî Azîze Bozkûş a 60 salî hatibû berdan.   Eskeran duh di saetên serê sibê de li gundê Derxustê ser malan de girtibû û ji gundiyan Siddik Ozkan (63), Ferhat Ozkan û Omer Yildirim binçav kiribûn. Her sê welatî hêj di binçavan de ne. Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku operasyona eskerî duh bi dawî bûye. Lê li gorî agahiyên hatin bidestxistin; her çiqas hatibe gotin operasyon bi dawî bûye jî lê dorpêça eskeran a li gundan hêj didome. Hat zanîn ku ser welatiyan tê lêgerînkirin û piştî ku esker nasnameyên gundiyan kontrol dikin şun de wan berdidin.