PÎA: Wezareta Navxweyî gefa binçavkirinê li me dixwe 2021-01-13 13:07:38 ENQERE – Rêveberên Partiya Însan û Azadiyê ku cara 20’an ji bo avakirina partiya xwe çûn Wezareta Karên Navxweyî bi gefa binçavkirinê rûbirû man.    Rêveberên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) ji bo serlêdana damezrandina partiya xwe çûn Wezareta Karên Navxweyî. Rêveberên PÎA’yê li Wezaretê bi gefa binçavkirinê re rûbirû man. Ev rêveber di dîrokên cuda de gelek caran çûn Wezaretê û destûr nehat dayîn bi rayedarêên Wezaretê re hevdîtin pêk bînin. Ev cara 20’an e diçin Wezaretê. Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç jî di nav de şandeyek ji 5 kesan pêk dihat li Wezaretê bêyî tu hêcet nîşanî wan were kirin, hat xwestin ji hundirê werin derxistin.    Rêveberên PÎA’yê diyar kirin ku heta serlêdana wan neyê wergirtin dê avahiyê neterikînin û ew bi hêceta ku “bêaramiyê derxistine” bi gefa binçavkirinê re rûbirû mane.    Rêveber li avahiya Wezaretê li bendê ne ku serlêdana wan were qebûlkirin. Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç derbarê çûna wan Wezaretê de wiha got: “Me bi binçavkirinê tehdît dikin. Polîsan anîn ber derî. Ev bû 20 car in em serlêdan dikin lê belê serlêdana me li ber çavan nagirin. Me nagirin hundir. Du roj in em li ser hev tên vir. Ya wê me muhatab bigirin an jî em ji vê avahiyê naçin. Wezareta Karên Navxweyî wezîfeya xwe pêk nayen. Berê ji me re gotin ‘ewraqên we kêm in.’ Me wan ewraqan jî temam kir. Lê niha jî me nakin muhatabê xwe.”    PÎA’yê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û got ew banga piştevaniyê li xelkê xwe û saziyên xwe dikin.    Ji dema PÎA ava bû heta niha 31 partiyên siyasî hatine avakirin. Li gorî lîsteya darazê partiyên niha faliyetên xwe birêve dibin 28 heb di sala 2020’an de hatine avakirin.