4 partiyan bertek nîşanî biryara hilweşandina Pasaja Mehmethan dan 2021-01-13 13:56:05   AMED – Nûnerên partiyên siyasî yên li Amedê bertek nîşanî biryara hilweşandina Pasaja Mehmethan a li Sûrê dan û piştevaniya esnafan kirin.    Li navçeya Sûrê ya Amedê esnaf tên mexdûrkirin. Di encama biryara îstîmlaqê de hat gotin biryara hilweşandinê ji bo Pasaja Mehmethan a esnaf lê dimînin hatiye girtin. Esnafan diyar kir ku ew bi mexdûriyê re rûbirû ne. Nûnerên partiyên siyasî wek HDP, CHP, Partiya DEVA û Partiya Pêşerojê û parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn û Semra Guneş hevpar li ber Pasajê daxuyanî dan û piştgiriya esnafan kirin. Esnaf jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Seroka Rêxistina CHP’ê ya Bajêr a Amedê Gonul Ozel axivî û destnîşan kir ku di sala 2017’an de bêyî tu hêcet were nîşandan avahî hatiye îstîmlaqkirin û got: “Ev avahî ji tu projeyê re ne asteng e. Ev avahî çima û bi kîjan hêcetê hat îstîmlaqkirin. Li şûna vê avahiyê wê çi were çêkirin? Wê ji bo menfata civakê be gelo? Nexwê wê vir ji bo ranta hin kesan were pêşkêşkirin? Dixwazin esnafan mexdûr û ceza bikin. Dixwazin esnafan bi birçîbûnê re rûbirû bihêlin. Lê heta pirsgirêkên esnafan werin çareserkirin em ê pêvajoyê bişopînin.”    'EM MEXDÛR BÛNE’    Li ser navê esnafan Mesût Azîzoglû jî axivî û anî ziman ku jixwe ew ji ber pandemiyê rojên dijwar û tengav derbas dikin û heke avahî were xerakirin ew ê perîşan bibin. Azîzoglû got rewşa ew pê re rûbirû mane nayê ravekirin.    'DIXWAZIN BÎRÊ TUNE BIKIN’    Parlamentera HDP’ê Semra Guzel jî axivî û destnîşan kir ku bi biryara hilweşandinê re dixwazin mîmarî û bîra bajêr tune bibe û ji bo esnafan çi ji destê wan tê dê bikin û ew li cem esnafan cih digirin.    ‘PERE DÎROKÊ NAYNE’    Serokê Rêxistina Partiya DEVA ya Bajêr a Amedê Cîhan Ulsen jî anî ziman ku ew li cem esnafan e û got: “Vê avahiyê bi berdêla pereyan xera dikin. Lê bila baş dizanibin pere dîrok û bîrê paş ve nayne.”