Derbarê 9 parlementerên HDP’ê de felzekeya 'Kobanê' 2021-01-13 14:16:07 ENQERE - Tê hewldankirin ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de derbarê 9 parlamenterên HDP’ê de fezlekeya Kobanê were amadekirin.   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) yên berê jî di nav de derbarê 108 siyasetmedaran de “Doza Kobanê” hatibû vekirin. Piştî doz hat vekirin tê hewldankirin ku derbarê parlamenterên HDP'ê yên niha ku di dema çalakiyên 6-8'ê Cotmeha 2014'an de di MYK'a partiyê de cih digirtin fezleke bên amadekirin.   Di fezlekeya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê amade kir de hat îdiakirin ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Cîgirên Serokokatiya Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, parlementer Garo Paylan, Huda Kaya, Sezaî Temellî, Pero Dundar, Fatma Kûrtûlan û Serpîl Kemalbay çalakiyên Kobanê bi xelkê dane kirin.    Hat diyar kirin ku fezlekeyên ku dozgeriyê amade kirine ji bo ku ji Meclîsê re bên şandin, dê ewilî ji bo Wezareta Dadê werin şandin.