Ji bo Gergerlîoglû parvekirina ‘dayikên bi pitik’ kirin hinceta fezlekeyê 2021-01-13 14:36:20   ENQERE - Derbarê Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû de bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyê "dayikên bi pitik" parve kiriye fezleke hat amadekirin.   Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê twîtterê wêneyê "dayikên bi pitik" parve kiriye, derbarê Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû de bi angaşta “teşwîqkirina dijminatî û kîndariya xelkê” fezleke amade kir.