KESK: Birînên ceyranê gel mexdûr dikin 2021-01-13 15:57:15   COLEMÊRG - Platforma Sendikayên Şaxên KESK’ê ya Colemêrgê, diyar kir ku birînên ceyranê yên bi hinceta “bikaranîna qaçax” ji aliyê VEDAŞ’ê ve pêk tên gel mexdûr dikin.   Platforma Sendîkayên Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Colemêrgê, derbarê birînên ceyranê yên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Vangolu (VEDAŞ) de li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Endamê Lijneya Venihartin a Navendî yê Sendîkaya Kedkarên Cemawerî yên Maden, Senayî û Enerjiyê (ESM) Mehmet Zîrek axivî û diyar kir ku bi birîna ceyranê re av jî hatine birîn.      BANGA LI VEDAŞ'Ê   Zîrek, da zanîn ku ji ber birînên ceyranê malên ku nexweşên wan hene zehmetiyê dikişînin û wiha got: “Kesên bi cihazên oksîjênê dijîn, mamosteyên ku bi online perwerdehiyê didin û xwendekarên ku perwerdehiyê digirin bi birîna ceyranê mexdûr dibin." Zîrek, destnîşankir ku ceyrana ku kaçax tê bikaranîn dikin hinceta birîna ceyranê û ev tişt anîn ziman: “Birîna ceyranê zirarê dide malzemeyên elektronîk ên li malan. Divê beriya birînê abone bên agahdarkirin.  Ji bo birîna ceyranê ya ser 12 saetan divê tazmînatê bidin aboneyan. Em bang li rayedarên VEDAŞ’ê dikin ku êdî ceyranê nebirin û ji bo enerjiyeke bikalîte û neyê birîn xebatên xwe yên binesaziyê bi awayekî lezgîn çareser bikin.”