HDP’a Colemêrgê: Armanç guhertina rojeva nelirêtiyê ye 2021-01-13 16:13:01   COLEMÊRG - Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê, diyar kir ku armanca anîna wan kesên bi îdeaya zarokên wan revandine çiyê ya li pêş avahiya wan, guhertina rojeva nelirêtiyê ku hin navên rêveberên AKP’ê jî di nav de derbas dibe ye.     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê, derbarê qedexeya çalakiyan a 15 rojan carekê, derketina holê ya qeyda dengê bertîl û nelirêtiyên ku rêveberên AKP’ê yên bajar di îhaleyan de dikin û koma kesên bi îdeya zarokên wan revandine çiyê ya li pêş avahiya wan de li pêş avahiya xwe daxuyanî da. Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede û gelek partiyî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Sînan Kaya di daxuyaniyê de axivî. Kaya, diyar kir ku qedexeyên walitiyê tenê ji bo partiya wan derbasdar in û da zanîn ku walî ji bo HDP’ê krîmînalîze bike dixebite.       HEQARETKIRINA DIKANDARAN   Kaya, destnîşan kir ku rojên derbasbûyî komeke ku ji xizmên cerdevanan pêk dihat bi îdeaya zarokên wan revandine çiyê li pêş avahiya wan kom bûne, ji dikandaran re xeber gotine û wiha got: “Ji esnafan re xeber gotine. Ev uslup ne yê dayîkan e. Ne yê gelê kurd û tu gelên din ên ku li ser vê axê dijînin. Em van gotinan qebûl nakin. Mixabin hêzên ewlehiyê jî mudaxaleyî van kesan nekir. Ev kom bi polîsan re tên pêş avahiya me. Pirsgirêk bi heqaretan nayê çareserkirin, malbat tên arastekirin. Çareseriya pirsgirêkan reformên daraz û demokrasiyê ne. Bi împaratoriya tirsê nayên çareserkirin.”   ÎDEAYÊN BERTÎLÊ   Kaya, qala derketina holê ya qeyda dengê bertîl û nelirêtiyên ku rêveberên AKP’ê yên bajar di îhaleyan de dikin kir û wiha berdewam kir: “Ji bo ku rojevê biguherin bi hemû hêza xwe li ber xwe didin. Gelek ditirsin. Dê biçin û temamê wan dê werin darizandin.”   BERSPIRYAR WALÎ YE   Kaya, anî ziman ku neyîniyek di çalakiyên li pêş avahiya wan de pêk were berpirsyarê wê walî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Madem qedexeyên walitiyê hene divê herkes tevlî vê qedexeyê bê kirin. Em weke HDP naxwazin vê heftiyê li pêş avahiya me tu çalaki pêk werin. Em careke din xeberên ji esnafên me re hatin gotin şermezar dikin.”