'Em ê mafê xwe yê xweparastinê biparêzin' 2021-01-14 11:09:53   ÎZMÎR - Endama Piştevaniya Mor Cansû Ekmen, diyar kir ji bo ku Peymana Stenbolê nayê bi cih anîn, jin li dijî tundiyê mafê xwe yê xweparastinê bi kar tînin û got: “Divê mekanîzmayên pêşîlêgirtina tuneyê bikevin meriyetê.”    Tevgerên jinan, piştî Melek Îpek li dijî tundiya li ser xwe û zarokên mafê xwe yê xweparastinê bi kar anî û Ramazan Îpek kuşt, daxwazên xwe yên xweparastinê bilindtir kirin. Endama Piştevaniya Mor a Îzmîrê Cansû Ekmen, diyar kir ku mafên wan jinên ku di navbera mirin û jiyanê de dimînin heye ku mafê xwe yê xweparastinê bi kar bînin.   DIVÊ DEST JI DIJMINANTIYÊ BÊ BERDAN   Ekmen, bal kişand ser tundiya li dijî jinan û wiha axivî: “Ji berk u qanûna hejmara 6284 û Peymana Stenbolê nayin bi cih anîn, jin neçar dimînin ku li dijî tundiyê mafê xwe ya xwaparastinê bi kar bînin. Divê dewlet dest ji polîtîkayên xwe yên dijminantiya jinan berde. Pêwîste ku hemû mekanîzmayên pêşîlêgirtina tuneyê bixe meriyetê. Melek Îpek li ber çavên zarokên xwe bi saetan ji aliyê Ramazan Îpek ve tê îşkencekirin. Ji ber vê yekê mafê xwe yê xweparastinê bi kar tîne û wî di kuje. Divê daraz jî bi vê perspektîfê li vê bûyerê meze bike û tavilê Melek Îpek serbest berde.”    NECEZAKIRIN BI HÊZ DIKE   Ekmek, herî dawî wiha got: “Em jin naxwazin dest ji jiyana xwe berdin. Ger jin bihatan parastin, yek jin jî ne rastî lêdanê dihat û nedihat qetilkirin. Ne cezakirina bersûcan, hêzê dide zilaman. Bi polîtîkayên dijminantiyê dixwazin jinan bê çare bihêlin. Em jin, em ê ne dest ji jiyana xwe berdin û ne jî dest ji kolan û qadan berdin. Heya ku Melek Îpek bê berdan, emê doza wê bişopînin. Em ê mafê xwe yê xwepastinê her daîm biparêzin.”