Polisan deriyê ESP’ê û ETHA’yê şikandin û dest danîn ser kompîturan 2021-01-14 13:19:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku di operasyonên li dijî ESP’ê de polîsan bêyî ku xebatkarên ESP, BEKSAV û ETHA’yê bi xwe re bibin deriyê wan şikandine û dest danîne ser hard dîskên kompîturên ETHA’yê.   Di operasyona ku navenda wê Îzmîr e de endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyaslîst (SGDF), xwendevanên Kovara Kaldiraçê û nûçegihanên ETHA’yê di nav de 48 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di operasyona ku şev hatiye kirin de polisan deriyê buroya ETHA’yê ya navçeya Aksarayê ya Stenbolê şikandine û wisa ketine hundir. Polîsan, di lêgerînê de hard dîskên kompîturan û qertên di dîmenkêş û wênekêşan desteser kirine. Hat ragihandin ku di lêgerîna ku bêyî xebatkarên ajansê û parêzaran hat kirin de polîsan qaseyên kompîturan şikandine û dest danîne ser 6 hezar û 600 lîreyê li buroyê.    Hat diyarkirin ku polîsan di serdegirtinê de tabelaya partiyê ya Rêxistina ESP’ê ya Îzmîrê perçe kirine.   QEYDÊN ALBUMAN DESTESER KIRIN   Polîsan, bi ser avahiya Weqfa Lêkolîn Çand Huner Estetîk Perwerde û Zanîstê (BEKSAV) de jî girtin. Polîsan bi ser stüdyoya BEKSAV’ê de jî girtin, dest danîn ser kompîtur, dîmenkêş û qeydên albuma nû ya Koma Muzîkê ya Vardiya ku di bin banê weqfê de xebatên xwe bi rê ve dibe.