Danişîna Dozgîn Temo hat dîtin 2021-01-14 16:11:13   RIHA - Danişîna doza derbarê Dozgîn Temo ya ji aliyê komên paramîlîter ên bi navê SMO ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû binçavkirin û anîbûn Tirkiyeyê, hat dîtin.     Danişîna 5’emîn a Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ya ji aliyê komên paramîlîter ên bi navê Artêja Netewî ya Sûriyeyê (SMO) ve di dema şer de, li Gundê Mişrefa ya girêdayî bajarê Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû binçavkirin, dûre anîbûn Tirkiyeyê û hatibû girtin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.    Temo beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê jî hincet nîşan da bû û beşdar nabû.    Li şûna şandeya esil, şandeyeke demborî danişîn bi rêve bir. Şandeyê li ser dosyayê biryar da û danişîn taloqî 23’yê Adarê kir.    DOZGER CEZA XWESTIBÛ    Di danişîna derbasbûyî ya 22’yê Cotmeha 2020’an hat dîtin de, dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kiribû û xwestibû cezayê muebeta giran li Temo bê birîn.