Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman 2021-01-14 16:20:25   MELETÎ – 3 siyasetmedarên kurd ên ji dosyaya KCD’ê girtîbûn, tehliye bûn.         Di 10’ê cotmehda 2020’an de bi hinceta ku delegeyên KCD’ê bûn 17 kes hatibûn binçavkirin û 11 kes ji wan hatibûn girtin. Danişîna doza ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” li 17 siyasetmedarên kurd hatibû vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê hat dîtin. Parlamentera HDP’ê Semra Guzel û malbatên ku ji bo şopandina danişinê hatibûn edliyeyê bi hinceta şewbê wan negirtin eywana danişînê.     Siyasetmedarên ku berdayî tên darizandin û parêzerên xwe li tevlî danişînê bûn û Alî Pîro, Ozgur Încesû û Hasan Basrî Çiplak ku li Girtîgeha Tîpa T a Akçadagê girtî ne jî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn.  Di danişînê de xebatên siyasî yên siyasetmedaran ji wan hat pirsîn. Siyasetmedaran di parastinên xwe de destnîşan kirin ku xebatên wan ên siyasî ne sûc in û daxwaza tehliyeya xwe kirin. Parêzeran jî heman daxwazan kirin.    Heyeta dadgehê, piştî parastinan daxwaza tehliyeyê ya her sê siyasetmedarên kurd qebûl kir û biryara tehliyekirina wan da û danişînê taloqî 19’ê adarê kir.