Ciwanên HDP'î bi kampanyaya xwe behsa xweparastinê dikin 2021-01-15 09:10:46 ÎZMÎR- Endama Koordînasyona Jina Ciwan a HDP'ê Şevîn Saribûlak, derbarê kampanyayaê "Seferberiya Morê" de axivî û got: "Kampanya, li dijî polîtîkayaên 'jina maqûl' ku dewleta tekparêz ferz dike, bersivek e."  Koordîsnayona Jina Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî cinayetên jinan, taciz û tecawizê kampanyaya "Seferberiya Morê" dabû destpêkirin. Kampanya, dê heya 8'ê Adarê dewam bike. Endama Koordînasyona Jina Ciwan a HDP'ê Şevîn Saribûlak, behsa armanca kampanyayê kir.    ARMANC RÊXISTINBÛYÎNA JINÊ YE    Saribûlak, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên faşîst û zayendîparêz ên îqtidarê bi hezaran jin hatine kuştin û got: "Îqtidarê pandemî ji xwe re kir firsend û berê xwe da jinan. Hewl da rêxistinbûyîna jinê belawela bike. Em ciwan jî me li dijî hemû êrîşan kampanyaya 'Seferberiya Morê' da destpêkirin û bi vê re xweprastinê qewî kir. Bi kampanyayê armanca me bilindkirina têkoşîna rêxistinbûyî ya jinê ye. Kampanyay me li dijî polîtîkayaên 'jina maqûl' ku dewleta tekparêz ferz dike, bersivek e."    ATOLYEYÊN XWEPARASTINÊ    Saribûlak, destnîşan kir ku bi kampanyayê xwestine li dijî qirkirina jinê, taciz, tecawiz û îstismarkirina zarokan bibin deng û got: "Me kampanya di 8'ê Adarê de li Stenbolê da destpêkirin. Lê belê li Tirkiye û Kurdistanê jin hemû daxilî kampanyayê bûne. Di çarçoveya xebatan de me li gelek bajar û navçeyan atolyeyên cur bi cur dan destpêkirin. Ev atolye, atolyeyên polîtîkayên şerê taybet, zayenda civakiyî û xweparastinê ne. Wê atolyeyên me yên helbest û çîrokan jî meha bê dest pê bikin. Me hinek jê temam kirin. Her wiha di çaçroveya kampanyayê de em hewl didin di dawiya meha Sibatê de konferansa 'Jina Ciwan' li dar bixin."    TÊKOŞÎN   Saribûlak, destnîşan kir ku jin li her derî bi zext û zoriyên feraseta mêrî re rû bi rû dimînin û nexasim jî jinên ciwan hedef tên girtin. Saribûlak got: "Kampanyaya me xîtabî hemû jian dike. Ji lewra pergal hay ji rola pêşengiyî ya ciwanan heye. Lewma êrîşê dibe ser jinan. Jinên ciwan li her derî bûn zemîna têkoşînê. Em jinên ciwan li dijî ferzkirina sîxurtiyê, asîmlasiyonê, taciz, tecawiz û fuhûşê niha jî dibêjin dem dema 'Seferberiya Morê' ye. Em ê li ser vî asasî têkoşînê bilind bikin. Li dijî polîtîkayên îqtidarê em jinên ciwan vedixwînin ku daxilî nav kampanyayê bibin."    MA / Esra Solîn Dal