Polîsan gef lê xwar: Em ê te bikin derbek 2021-01-15 09:11:24 ÊLIH - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Şakir Can ku polîsan gef lê xwaribû û jê re gotibûn "Em ê te bikin derbek. Careke din wê binçavkirin minçavkirin tune be" serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.  Li Êlihê gava Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Şakir Can, di 13'ê Çileyê de tevî 7 hevalên xwe "serê salê" pîroz dikirin, bi hinceta ku "mesafeya fizîkî" binpê kirine polîsan serê yekî ji wan 900 TL ceza birîbû. Dû re polîsên taybet gef li Can xwaribûn.    Can, anî ziman ku gava li Taxa Kulturê pîrozbahî dikirin, polîsan pêşiya wan biriye û li nasnameya wan nerîne. Can, diyar kir ku paşê tevdîr girtine û mesafeya fizîkî esas girtine, lê cardin jî bi giştî 7 hezar û 200 TL ceza li wan hatiye birîn.    Can, bilêv kir ku dû re polîsên taybet hatine û gef lê xwarine û gotine: "Em ê te bikin derbek. Careke din wê binçavkirin minçavkirin tune be."    Piştî vê Can serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê da.    Can, diyar kir ku berê jî polîsan gef lê xwariye. Can, anî ziman ku di 14'ê Tebaxa 2020'an de gava li Taxa Kulturê tevî Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Fatma Ablay û du endamên Meclîsa Ciwanan dimeşiyan, wesayîteke bi markeya Rangerê pêşiya wan biriye û piştî ku nasnameya wan sehî kirine gef li wan xwarine û ji wan re gotine: "Hûn rihet nasekinin. Em ê hestiyên we bişikînin."    'EM TÊN ŞOPANDIN'    Can, bilêv kir ku ji ber van gefan serî li ÎHD'ê daye û her wiha li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê jî gilî kiriye.    Can, anî ziman ku polîs tim wan dişopînin û got: "Em endamên Meclîsa Ciwanan a partiyeke legal in û xebatên xwe dikin. Lê belê em tim bi zext û zoriyên polîsan re rû bi rû dimînin. Dixwazin me îllegalîze bikin. Bi vî awayî êrîşê tînin ser me. Tim me dişopînin û gefan li me dixwin."    Can, xwest ev êrîş bi dawî bibin û got: "Di warê hiqûqî de çi hewce be em ê wê bikin. Ewilî me serî li ÎHD'ê da. Dû re em ê serî li dozgeriyê jî bidin."    MA / Fethî Balaman