Bavê girtîyê di çalakiya grevê de: Daxwazên girtiyan pêk bînin 2021-01-15 11:02:25 AMED - Bavê girtî Veysî Mîran Işik ê ku li dijî tecrîdkirina  Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan di greva birçîbûnê de Ramazan Işik, diyar kir ku bi rakirina tecrîdê wê riya demokrasiyê vebe û xwest daxwazên girtiyan bicih werin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin di roja 50’emîn de dewam dike. Girtî her carê dibêjin ku heta daxwazên wan bicih neyên, wê çalakiya xwe bidomînin. Bavê girtî Veysî Mîran Işik ê ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, di çalakiya grevê de, Ramazan Işik diyar kir ku daxwazên girtiyan hiqûqîne û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin.   DEMOKRASÎ DI RAKIRINA TECRÎDÊ DE DERBAS DIBE    Bav Işik, da zanîn ku heke daxwazên girtiyan bicih bînin wê riya demokrasiyê jî vebe û wiha got: “Ji ber vê yekê rakirina tecrîdê tê wateya kaosa li Tirkiyeyê jî bi dawî bibe.”   ‘EM DIBIN ZEXTAN DE NE’   Işik, destnîşan kir ku weke malbatên girtiyan roleke wan a girîng heye ku çalakiya greva birçîbûnê bikin rojev û wiha axivî: “Em nikarin bi awayekî rehet fikrên xwe binîn ziman. Polîtîkayên mehandinê û zextên derûnî hene. Dibe ku kes van tiştan nebêje, lê herkes xwe di bin zextê de hîs dike.”   ‘DIVÊ DAXWAZAN BI CIH BÎNIN’   Işik, anî ziman ku daxwazên girtiyan hiqûqîne û wiha bi dawî kir: “Di serî de partiya desthilatê, em bang li hemû raya giştî ya Tirkiyeyê dikin. Em bibin dengê girtiyan. Bila hinek bifikirin, gelo girtî çima dikevin çalakiya greva birçîbûnê û ji çalakiyeke di cîhanê de ya herî zor e? Daxwaza me ew e ku daxwazên zarokên me yên hiqûqî bicih bînin.”