Li ser daxwaza Serokkomar cezayê şermezarkirinê dan Keskînê 2021-01-15 15:07:35   STENBOL - Li ser gilîkirina Sekreterya Giştî ya Serokkomariyê, Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê cezayê “şermezarkirinê” da Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn.   Li ser daxwaza Serokatiya Xizmetên Hiqûqê ya Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê, Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê cezayê “şermezarkirinê” da Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn. Lîjneyê, ji bo şermezarkirinê cezayê ku bi sûcdariya “heqaretkirina Serokkomariyê” di 30'ê gulana 2017'an de li Keskîn hatibû birîn, weke hincet nîşan da.    Keskîn, piştî ku biryar jê re hat ragihandin bertek nîşanî biryarê da. Keskîn, biryar di platformên medya civakî de parvekir û wiha got: “Baroya Stenbolê, daxwaza Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê qebûl kiriye û derbarê min de cezayê “şermezarkirinê” daye. Spas Baroya Stenbolê. Hûn azadiya îfadeyê wisa diparêzin?”