'Xwedî derketina girtîgehan erkek exleqî ye' 2021-01-15 15:17:34 ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Sîlopiyê der barê grevên birçîbûnê de daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, axivî û got: "Îro Tirkiye bi du lingan tê meşandin. Lingek vê rêbazê qeyûmane û yek jî girankirina tecrîdê ye.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê, der barê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan ên li girtîgehan hat  destpêkirin de, li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Nuran Îmîr û rêveberên HDP'ê yên navend û navçe û malbatên girtiyan,  tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de, pankarta "Tecrîd sûc mirovahiyêye,ji tecrîdê êdî bese" hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê rêxistina HDP'ê yê Sîlopyayê Kadîr Kunur ve hat xwendin.    'XWEDÎ DERKETINA GIRTÎGEHAN EXLEQÎ YE'   Kunur, diyar kir ku divê hikumet demildest guh bide daxwazên girtiyan û wiha got: "Îro li gelek girtîgehan, greva birçîbûnê dewam dike. Hikûmet li şûna rêbazên çareseriyê, tundî û zordestiyê tercîh kiriye. Îro xwedî derketina girtîgehan berpirsiyartiyeke exleqî û wîjdaniye. Em li cem têkoşîna girtiyan cih digirin û careke din li vir bang li hikûmetê dikin ku berpirsyariya xwe bi demildest pêk bîne."    'BI LEZ VÊ HELWESTA XWE TERIK BIKIN'    Pişt re parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Îmîr jî, bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê û wiha bilêv kir: "Di girtîgehan de, girtî bi pêkanînên li dijî mirovahiyê re rûbirû ne. Îro Tirkiye bi du lingan tê meşandin. Lingek vê rêbazê qeyûmanane û yê din jî girankirina tecrîtê ye. Bi vê pergalê dixwazin di şexsê girtiyan de, tecrîdê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin û bi vî awayî welat rêve bibin. Îro li dijî van pêkanînan, bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Ji bo ku ev pêkanînên li dijî mirovahiyê bi dawî bibin bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Divê hikûmet guh bide daxwazên girtiyan û bi lez vê helwesta xwe ter bike."    Piştî axaftinan daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya"Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.