Ji ber doza derbarê birayê wî de, serlêdana wî hat redkirin 2021-01-16 09:06:41 WAN - Mevlut Kaplan ku bi KHK'ê hatibû îxrackirin, serî li dadgehê dabû. Lê belê ji ber dozeke derbarê birayê wî de serlêdana wî hat redkirin.  Mevlut Kaplan, gava li Midûriyeta Karên Av û Qenalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) dixebitî, di 10'ê Çileya 2017'an de bi KHK'ê hatibû îxrackirin. Kaplan, bi hinceta "pêwendiya wî bi rêxistinê heye" hatibû îxrackirin. Kaplan jî ji bo vegere ser karê xwe serî li Komîsyona Rewşa Aawarte dabû. Lê belê komîsyonê serlêdana Kaplan red kiribû. Piştî vê Kaplan, serî li Dadgeha Îdare ya 24'an a Enqereyê dabû. Dadgehê jî serlêdana Kaplan red kir. Dadgehê bi hinceta ku derbarê birayê wî de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" dozek hebûye, serlêdana wî red kir.    Kaplan, bi rêya parêzerên xwe serî li îstinafê da.    MA / Mujdat Can