Ji bo 4 bajaran hişyariya aşûtê 2021-01-16 11:31:09   WAN – Miduriyeta Meteorolojiyê, ji bo Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê hişyariya aşûtê kir.   Miduriyeta Herêma 14’emîn a Meteorolojiyê, derbarê barîna berfa zêde ya li bajarên herêma Serhedê de daxuyaniyek da. Miduriyetê, diyar kir ku li gelemperiya heremê wê hewa bi ewir be û barîna berfê jî wê li hin cihan berdewam bike. Miduriyetê, da zanîn ku li bajarên heremê li bendê ne ku li hin cihan qerise çêbe û ji bo bajarên Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê hişyariya aşûtê kir.