Ji bo serdana wekîlê AKP’ê mala şînê bi taybetî vekirin 2021-01-16 13:36:00 MÊRDÎN - Mala şînê ya ji ber bergîriyên vîrûsa koronayê girtî bû, ji bo seredana wêkîlê AKP’î li Nisêbînê bi taybetî hat vekirin.   Bi biryara qeymeqemtî û walîtiyan, li hemû navçe û navenda Mêrdînê, ji ber bergiriyên vîrûsa koronayê malên şînê hatibûn girtin. Mala şînê ya li Gundê Tilyaqub a Nisêbînê, ji bo serdaneke parlementerê AKP’ê yê Mêrdînê Cengîz Demîrkaya bi taybetî hat vekirin. Bi serdana Demîrkaya ya malbata çawîşê pispor Mehmet Altûn ê li Efrînê di 3'yê Kanûna 2020'an de hatibû kuştin a li gundê Tilyaqubê re, ev rewş hat jiyîn.     Demîrkaya, seredana xwe ya şînê ya li gundê Tilyaqubê di hesabê xwe yê medya civakî de parvekir. Bûyer bi parvekirina Demîrkaya re derket holê.