Hêj 51 ESP'î di bin çavan de ne 2021-01-16 14:34:07 ÎZMÎR – 51 endam û rêveberên ESP'ê ku Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û Nûçegîhana ETHA Pinar Gayip jî di navde, 3 rojin di bin çavan de ne, hêj lêpirsîna wan a li Qereqolên Polîsan ên Îzmirê didome. Te payin ku 51 kesên di bin çavan de sibê sewqî ediyê bikin.    Bi fermana serdozgerê komarê yê Îzmirê polîsan di 14'ê Çile de li 12 bajaran bi ser malên endam û rêveberên ESP'ê û rêxistinên ESP'ê de girtibûn. Polîsan di serdegirtina malan de Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, nûçegîhana ETHA Pınar Gayıp, endamê meclisa HDP'ê Sitki Gungor jî di navde 51 kes binçav kiribûn. 51 kesên ku 3 roj berê hatibûn binçavkirin, hêj lêpirsîna wan a li Qerewolên Polîsan ên Îzmirê didomin. Polîsan der barê Asil Benler a ku li Navçeya Bayrakli ya Îzmirê li nexweşxaneyek taybet tê dermankirin de jî biryara binçavkirinê derxistibûn. Lê ji ber emeliyat bûbû biryar hat dayîn ku piştî ji nexweşxaneyê derket bibin îfadeyê bistînin.    Li aliyê din 51 kesên di bin çavan de jî piştî 24 saetên wan bi dawî bû parêzer çûn hevdîtina wan. Ji 51 kesên bi îdeaya “Endamtiya Rêxistinê" tên tawanbarkirin, 30 kes li Qereqola Polîsan a Bozyaka û 21 kes jî li qereqola Polîsan a Çankaya tên ragirtin. Îfadeya kesên li Qereqola Polîsan a Bozyaka di bin çavan de ne, hêj didome. 21 kesên li Qereqola Polîsan a Çankaya ji îro dest bi îfadedayinê kirin. Tê payîn ku 51 kesên di bin çavan de sibê wan sewqî edliyê bikin.    Kesên di bin çavan de wiha ne: Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip, Endamê Meclîsa HDP'ê Sitki Gungor, Endama Rêveberiya Navendî ya SKM'e Satiye Ok, Hevseroka ESP'ê Ezgi Bahçecî, Hevberdevka Rêxistina  HDP'ê ya Stenbolê Pinar Turk, Parêzer Kamil Agaoglu, Zindan Dorudemir, Alev Ozkiraz, Ozan Ozgenler, Kerim Altınmakas, Tuncay Kiliç, Ridvan Coşkun, Nesrîn Salduz, Kutay Soybil, Efe Ozcan, Hakan Kafadar, Nazli Masatçi, Mehmet Kuçukgünaydın, Yunus Kara, Medine Çam, Burak Yilmaz, Meliha Kayaci, Denîz Bakir, Ceren Çoban û Gulşah Padak.