168 kesên din jî mirin, 7 hezar û 550 kesên din jî pê ketin 2021-01-16 19:59:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 168 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 7 hezar û 550 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 23 hezar û 832.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 168 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 550 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 23 hezar û 832 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 380 hezar û 665.